Joe Biden vegera li peymana Nukllerî piştrast kir

Serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden vegera li peymana Nukllerî ya bi Îranê re piştrast kir.

Joe Biden vegera li peymana Nukllerî piştrast kir
2 kanûn, 2020   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Joe Biden diyar kir ku çavdêriya sîstema Nukllerî ya îranî ji bo garantiya ewlehiya li Rojhilata Navîn, baştirîn alav e, her wiha ji rojnameya New York Times axivî û got ku beyî peymana Nukllerî ya bi Îranê re dibe ku ew bi Siûdiyê, Tirkiye, Misirê û dewletên din ên li herêmê ku dixwazin çekên nukllerî pêş bixînin rû bi rû bimînin.

Joe Biden di nava gotinên xwe de bersiva pirsa ka dê li peymana Nukllerî ya bi Îranê re vegeriyan an na da û ev yek got:"Ev ne tişekî hêsan e, lê dîsa jî em ê li peymanê vegerin."

(eh)