Rojnameyên Erebî: Tirkiyê li Sûriyê tevgerên xwe zêde kirin

Rojnameyên Erebî yê îro der barê liv û tevegera Tirkiyê li herêmên Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha têkiliya Tirkiyê û NATO`ê û bandora arîşye Israîl û Iranê li ser avakirina hikûmeta Lubnanê nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Tirkiyê li Sûriyê tevgerên xwe zêde kirin
1 kanûn, 2020   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

'Dewleta TIRK LI HERÊMÊN SÛRIYÊ TEVGERÊN XWE ZÊDE KIRIN'

Der barê liv tevgera dewleta Tirk li herêmên Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Artêşa dewletA Tirk noqteke leşkerî ya nû li herêma çiyayê Zawiye li gundewarên başûrê Idlibê ava kir, her wiha amadekriyan dike ku ji du noqteyên li başûrê û rojavayê Helebê yên di bin dorpêça hêzên hikûmetê de, vekişîne.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku ev liv û tevger girêdayî liv û tevgera li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku li wir êrişên xwe dijwartir kiriye.

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Duh karwanekî leşkerî ya dewleta Tirk gihîşt bajarokê Kensefra yê herêma çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê, li herêma Tirlbedranê ya der dora bajarokê dest amadekirina noqteyeke nû tê kirin.

'KIRYARÊN DEWLETA TIRK NATO DIHEJÎNE`

Rojnameya El-Ereb der barê mijarê nivîsî: "NATO dê roja sêşemê ji bo wezîrên karên derve yên dewletîn endam civînekê lidar bixe. Ev civîn ji bo nirxandina rewşa herêmên Ewropa û Atlantîkê be. Di rewşa heyî de nakokiyên kûr hene, sedema wan jî reftar û kiriyarên dewleta Tirk ên leşkerî ne ku li dijî berjewendiyên Ewropayê ne".

Diplomat û çavdêr dibêjin vekişîna Amerîka, her wiha aloziyên ku ji ber reftarên şer yên Tirkiyê rû dan, NATO`yê dihejînin û Ewropa ber bi bihêzkirinê dibe da ku berjewendiyên xwe biparêze, lê nakokiyên hundirîn van hewldanên wan têk dibe.

'JI TIRSA CEZAYAN DEWLETA TIRK XWE PAŞDE KIŞAND'

Der barê liv û tevgera Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî ronameya El-Beyan nivîsî: "Dewleta Tirk lîstikên xwe yên li rojhilatê Deryaya Spî berdewam dike. Dewleta Tirk keştiya lêgerîna betrolê kişand û vegeriya bendera Antaliyayê. Ev tevger hefteyek beriya lutkeya Ewropayê pêk hat, ku di lutkeyê de dê mijara cezayên li dijî dewleta Tirkbêne nirxandin. Lê lîderên Ewropayê dê bi van siyasetan neyên xapandin, ew her bi biryar in ku kiryarên Enqere rawestînin".

Tê payîn ku lutkeya  dê hefteya bê were lidarxistin, biryara cezayên tund li dijî Tirkiyê îmze bike, ji ber tevgera wê ya li Qibris û girava Varoşa, her wiha lêgerîna ne rewa li rojhilatê Deryaya Spî".

'LUBNAN DI NAVA ARÎŞEYÊ DE YE'

Der barê rewşa Lubnanê rojnameya El-Nehar nivîsî: "Pir diyar e ku kuşitna zanyarê Nukllerî yê Îranê Mihisin Fexrî Zade, li paytexta Tehranê li ser destê Israîlê, dê bandorên yekser li rewşa Lubnanê bike. Bi taybet li mijara avakirina hikûmeta nû bike, ku serok Seed El-Herîrî hewl dide di saetên pêş de tiştekî pêk bîne."

Rojnameyê bi berdewamî got: "Eger Fransî nikaribin çareyekê ji aloziya Lubnanê re bibînin, yan hêzên derve razî bikin ku piştîgiriya insiyatîfa Fransayê bikin. Li aliyekî din tê gotin ku di navbera Fransa û Amerîkayê de lihevhatineke heye der barê aloziya Lubnanê, lê tu agahiyên berfireh tune ye.

(kn)