Mihemed Xêr Şêxo: Divê civaka navneteweyî êrişên artêşa Tirk bisekinîne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Bajarê Minbicê û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo, bang li civaka navneteweyî kir, ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sivîlan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim navçeya Eyn Îsayê rawestînin.

Mihemed Xêr Şêxo: Divê civaka navneteweyî êrişên artêşa Tirk bisekinîne
1 kanûn, 2020   05:23
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker bê navber herêmên bi ewle tobparan dike û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dewleta Tirk jiyana sivîlan dixe xeteriyê û peymana agirbestê ya par hate îmzekirin, binpê dike.

Di hefteyên derbasbûyî de artêşa Tirk rojane êrişî Eyn Îsayê û navenda wê dike, di encamê de jiyana bi hezaran sivîl dixe xeteriyê de. Beriya çend rojan dewleta Tirk û çeteyên wê hewl dan ber bi Eyn Îsayê ve werin, lê QSD`ê bersiv da û gelek çete hatin kuştin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Meclisa Rêveberiya Sivîl a Bajarê Minbicê û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo têkildarî êrişên dewleta Tirk got, dewleta Tirk li ber çavên hêzên Rûsyayê û cîhanê pêk ve, êrişî herêma Eyn Îsayê dike û sivîlan dike armanc. Şêxo got: "Ma gelo li hemberî van êrişan dê heta kengî civaka navneteweyî bê deng?"

Mihemed Xêr Şêxo wiha axaftina xwe dewam kir:"Tirkiye bi van êrişan hewl dide, kêmaniyên xwe dagire, ji bo dagirkirina hin herêman plan danîbû, lê bi bin ket, ji ber vê yekê niha êrişî herêmên bi ewle û yên ku sivîl lê hene dike, di heman demê de ji mijûlbûna cîhanê û hilbijartinên Amerîkayê sûdê digire, lewra dixwaze di vê demê de xwestekên xwe li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê pêk bîne."

Di dawiyê de Hevserokê Meclisê Mihemed Xêr Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk bi îdiaya ewlehiya sînorê xwe êrişî herêman dike û paşê wekî ku herêmên dewleta Tirk bin dibîne û jê dernakeve. Ji ber ew bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dike ku êrişên artêşa Tirk a dagirker bisekinîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CIvW8zzjwfc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>