KNK’ê encama civînên xwe yên li gel partî û pêkhateyên Başûr eşkere kir

Şandeya KNK’ê têkildarî encama hevdîtinên xwe yên li gel alî û pêkhateyên Başûr, daxuyaniyek da çapemeniyê. KNK’ê diyarkir ji bilî PDK’ê, ew li gel hemû partiyên din ên Başûr civiyan û helwesta tevayî aliyan erênî bû. Hevserokê KNK’ê diyarkir wan daxwaza hevdîtinê ji PDK’ê kirin, lê hîna bersiv nedane.

KNK’ê encama civînên xwe yên li gel partî û pêkhateyên Başûr eşkere kir
30 mijdar, 2020   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de şandeya KNK’ê li Sinemaya Salim a Silêmaniyê têkildarî encama hevdîtinên xwe yên li gel aliyên siyasî û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê, civînek çapemeniyê lidarxist.

Di civînê de Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus axivî û got: “Wek şandeya KNK’ê piştî ku di navbera PDK’ê û PKK’ê de alozî derket, ji bo pêşîlêgirtina aloziyê me wek erka xwe dît û bi vê armancê em hatin Başûrê Kurdistanê. Di destpêkê de em li gel Seroka Parlementoyê civiyan û piştre  jî li gel hemû aliyên din ên siyasî civiyan, lê ji dervey PDK’ê. Em li gel rêxistinan, rewşenbîran, siyasetmedaran, bawermendan û piraniya çîn û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê civiyan. Diyaloga me li gel tevan bi awayek erênî derbas bû.”

Di dewamê de Qeremus destnîşankir ku wan wek KNK’ê ji tevayî aliyan re diyarkiriye ku armanca wan ewe dawî li nakokiyan bînin, hemû hêz vegerin cihên xwe yên berê, bi diyalog û giftugoyê pirsgirêkê çareser bikin. Qeremus da zanîn hemû aliyan jî bi kêfxweşî piştgiriya xwe ji bo van hewildanên KNK’ê nîşandan û diyarkirin li dijî şer in.

Hevserokê KNK’ê da zanîn wan daxwaz ji aliyê PKK’ê kirin ku li gel wan bicivin û li ser pirsgirêkê baxivin, lê ji ber rewşa ne guncaw şandeya wan nekarî bi awayek rû bi rû li gel aliyê PKK’ê bicivin. Qeremus anî ziman ku PKK’ê bi peyamek bersiva wan daye û helwesta xwe ji bo aşitiyê nîşandane. Qeremus diyarkir PKK’ê di peyama xwe de diyarkiriye ew jî dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyaloga netewî çareser bikin.

Têkildarî helwesta PDK’ê jî Qeremus got: “Me hewilda li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmetê Mesrur Barzanî bicivin, ji bo vê çendê me daxwaza xwe pêşkêşî wan kiriye, lê heta niha bersiv nedane. Hêvîdarin bersiva me bidin.”

Di dewamê de Ehmed Qeremus da zanîn ger ev pêngava wan ya destpêkê bi encam nebe, ewê dest bi pêngava duwem bikin. Di vê çarçoveyê de jî ewê serdananên xwe bigihînin asta navdewletî, bi piştgiriya ku wan ji hewildanên xwe yên ji beriya niha wergirtine. Qeremus diyarkir ewê bi vê yekê zextê çêkin daku danûstandin çêbe û pirsgirêk bi rêya diyaloga netewî çareser bibin.

Piştre Endama Şandeya KNK’ê Asya Ebdullah jî axivî û got: “Em di qonaxek hestiyar û giran de derbas dibin. Destkeftên gelek mezin li pêş me hene. Lê pêwîstî bi helwestek hevbeş heye, pêwîstî bi siyaset û hêzek netewî heye daku bikarin li dijî dagirkeran û metirsiyên li ser gelê me hene, bisekinin.”