​​​​​​​Komîteya Şopandinê di civîna yekemîn de, 3 komîte ava kirin

Komîteya Şopandinê ya ku di Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê de hatiye avakirin, di civîna xwe ya yekemîn de 3 komîte ava kirin, erka wan komîteyan jî çavdêriya li ser xebata komîte û desteyên Rêveberiya Xweser e.

​​​​​​​Komîteya Şopandinê di civîna yekemîn de, 3 komîte ava kirin
​​​​​​​Komîteya Şopandinê di civîna yekemîn de, 3 komîte ava kirin
​​​​​​​Komîteya Şopandinê di civîna yekemîn de, 3 komîte ava kirin
​​​​​​​Komîteya Şopandinê di civîna yekemîn de, 3 komîte ava kirin
30 mijdar, 2020   15:54
HESEKÊ

Di civîna yekemîn a Komîteya Şopandinê ya li bajarê Hesekê li dar ketiye de, 16 endamên komîteyê amade bûn, jê fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Umer.

Civîn 3 saetan ji dezgehên çapemeniyê re girtî dewam kir, tê de endaman li ser 17 biryarên di Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê de hatiye dayîn, mekanîzmaya xebata komîte û belavkirina endaman li ser wê nîqaş kirin. Da ku piştrast bikin ku biryar bi awayekî guncaw û derbaskirina çewtiyan pêk tê.

Têkildarî civînê, endama komîte û nûnera Rêveberiya Xweser a Reqayê Buşra Casim wiha got: "Me îro civîna yekemîn li dar xist û tê de li ser gelek mijaran nîqaş kir, bi taybet biryarên ji Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê de hatine dayîn."

Buşra Casim wiha domand: "Me 3 komîte ava kirin; rêveberî, aborî û Ewlehî. Erka wan komîteyan jî şopandina mijarên ku ji kongreyê derketine, da ku bigihînin encameke baş û sûdê li gel bikin."

Komîteya Ewlehî ji 3 endaman pêk tê, her wiha her yek ji komîteyên aborî û rêveberî ji 6 endaman pêk tê. Buşra Casim wiha pê de çû: "Ev komîte dê mehane civînên xwe li dar bixin û dê xebatên Rêveberiya Xweser ên li tevahî herêman nîqaş bikin."

Buşra Casim di dirêjahiya axaftina xwe destnîşan kir ku komîteyên ku îro hatine avakirin, dê encamnameyên Kongreya Nîştimanî, çawaniya pêkanîna wê ji hêla komîteyên rêveberiyên xwe yên li her kanton û bajarekên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişopînin. Lê belê heta niha mijar û bersivdana wan baş e. Hêviya me jî tevahî biryar li ser erdê pêk bên."

Li aliyekî din jî endama komîteyê ya nûnera kantona Kobanê Zozan Bozan wiha got: "Komîteyên ku hatine avakirin, dê çavdêriyê li ser tevahî mijarên li rêveberiyê bikin û dê xebatên xwe ji Komîteya Şopandinê re rakin, da ku lêkolîn bikin û bizanin ku rêveber li gorî encamnameyên kongreyê dixebitin an na."

Zozan Bozan da zanîn ku li her rêveberiyekê, 2 endamên nûner ji bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û ev endam jî dê tevahî mijaran bişopînin û ji komîteya navendî re rakin, anku Komîteya Şopandinê.

(fr)

ANHA