Meclisa Demkî ya Başûr a Yemenê: Dewleta Tirk çekan bi qaçaxî dide Îxwanan

Cîgirê serokê Daîreya Ragihandinê ya Meclisa Demkî ya Başûr a Yemenê eşkere kir ku Enqere çekan bi qaçaxî dide Partiya Kombûnê ya Çareseriyê û destnîşan kir ku hin efserên Tirk li Yemenê di bin navê karên mirovî de, hene.

Meclisa Demkî ya Başûr a Yemenê: Dewleta Tirk çekan bi qaçaxî dide Îxwanan
30 mijdar, 2020   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Eyn Îxbariye ya Îmaratê hevpeyvînek bi cîgirê serokê Daîreya Ragihandinê ya Meclisa Demkî ya Başûr a yemene Mensûr Salih re çêkir. Salih di axaftina xwe de îşaret bi rola dewleta Tirk a li Yemenê kir.

Salih wiha got: “Vê dawiyê balafirên bêpîlot derbasî xeta şer a li Yemenê bûn da ku operasyonên leşkerî yên mîlîsên Îxwanan li başûrê welêt pêk bînin.”

Salih diyar kir ku ew balafir parçeyekî destekdayîna serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji rêxistina Îxwan Mislimîn li Yemenê re ye.

Li gorî Salih, ew balafirên bêpîlot di Îlona borî de bi awayekî eşkere derketin, dema ku koma Îxwanan cureyên van balafiran derbas kirin da ku nuqteyên hêzên li parêzgeha Ebînê bişopînin.

 (cx)