Banga TJA’yê ya têkildarî grevên birçîbûnê

TJA’yê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got “Divê em piştgiriyê bidin girtiyên azad.”

Banga TJA’yê ya têkildarî grevên birçîbûnê
30 mijdar, 2020   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên doza PKK û PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Jinên Kurd di heqîqeta têkoşîna azadiyê de bi taybetî di berxwedanên girtîgehê de li dijî dagirkerî, qirkirina çandî, zayendî û mîlîtarîzmê serî hildane û berxwedana xwe geş kirine. Ji Sarayan heta Leyla û Çaglaran jinên Kurd ên têkoşer û azadîxwaz pêşengtî ji pêvajoyan re kirine.

Tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 21 sal in didome, îro li ser girtiyên azad didome. AKP û MHP’ê polîtîkayên tecrîdê di dema pandemiyê de deh katan zêde kiriye û bi vê hincetê binpêkirinên mafên girtiyan gihiştiye asta herî jor.

Wekî ku tê zanîn rêzdar Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriyê de roleke mezin lîstiye û bûye deng û hêviya gelên bindest. Em TJA çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin ya ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin. Em bang li hemû jin, sazî, rêxistin û raya giştî dikin ku bila bêdeng nemînin û piştgiriya girtiyên azad bikin.”