Parka Rêber Ocalan a li taxa Şêxmeqsûdê şahidê berxwedana şehîdan e

Şervanên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê di 4’ê Nîsana 2015’an de, Parka Rêber Ocalan ava kir, da ku bibe mîras û şahidê berxwedana wan.

30 mijdar, 2020   07:37
HELEB-MIHEMED EBDO

Parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Şêxmeqsûdê ya herî balkêş e û ew tax jî mezintirîn taxa li bajarê Helebê ye û bi taxa berxwedanê hat binavkirin.

Girîngiya vê parkê, ji tevahî cîhanê re peyam şand ku berxwedana li vê taxê bi saya keda şehîdan a xwe dispêre fikira rêber Ocalan hatiye avakirin.

Ew qurbanî, şervanên YPJ û YPG’ê yên li bajarê Helebê ji bo parastina sivîlan pêk anîn. Wan şervanan taxa Şêxmeqsûd, taxên rojhilat, taxa Eşrefiyê û avahiyên Şebabî rizgar kirin.

Şervanan bi berxwedana xwe mohrek li dîrokê da, ku bi wê re ji zarokên şehîd û nifşên nû re diyar kir ku wan destanên lehengiyê afirandin.

Endamê fermandar ê fermandariya YPG’ê Nûrî Yekta pêşniyar kir ku tiştên ku jê bêhna berxwedanê tê kom bikin û bi wê re biryar û israr kir ku wê pêk bîne û park di 4’ê Nîsana 2015’an de vekir. Ji şehîdên bûne beşdarî avakirina parkê, Fîras, Çiya, Heyder, Hesen û Melîs. Ew şervan jî piştî berxwedaneke mezin li hember çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn.

WESIFANDINA PARÇEYÊN PARKÊ

Park li ser girekî ye û bi ser taxa Şêxmeqsûdê dikeve, rûbera wê 7 hezar metreçargoşe ye, tê de darên biberhem û kulîlk hatine çandin.

Têketina parkê, fireh e û bilat kiriye, li derdora wê jî giyayên kes û kulîlkên cur bi cur hatine çandin û têketin bi rêyên şaxî bi dawî dibe. Yek ber bi qadê ve bi rêya pêpelokan diçe û li qadê wêneyên şehîdên berxwedana 19’ê Tîrmehê hatine daliqandin, beriya qadê li aliyê çepê navê Apo heye, ew jî navê parkê ye. Park bi rengên kesk, sor û zer hatiye avakirin.

Li şaxê jî din jî, odeyek heye û tê de bîranînên şervanên YPG û YPJ’ê hene, li gel wê jî pirtûkxaneyek heye, tê de pirtûk û wêneyên rêber Ocalan heye.

Di pirtûkxaneyê de pirtûkên erebî û kurdî hene, mîna Manîfîstoya Şaristandiya Demokratîk, Rastiya Rêbertî, Girîngiya Perwerdê, Dîroka Kurdistanê, Dîroka Jinê û diyalog hene, her wiha pirtûkên din jî mîna dosyayên Tirkiyê ji berhemên rêber Ocalan hene.

Di navbera her du qadên sereke de, 11 stûn hene û lê alên YPJ û YPG’ê hatine daliqadnin, lê stûnên dîtir wêneyên rêber Ocalan hene.

Lê dirêjahiya odeyê, 10 metre û kêmberiya wê jî 3 metre ye, şêniyên taxê çîrokên şervanan bi hûrgiliyên wê yên 2012 û 2017’an xistine sanqodên camî.

Di sandoqan de jî, lênûskên bîranînê yên tê de hûrgiliyên biçûk, moral û rêgezên şehîdan hatine nivîsandine, hene.

Li gel wê jî hin tiştên balkêş an jî li gel şehîdan giranbiha, mîna dahola şehîd Egîd hene. Şehîd Egîd li eniyên şer ên li hember çeteyên Cebhet El-Nusra û hwd ji rêxistinên terorîst dahol ji bo bilindkirina moralê bi kar dihanî.

Ji bo şehîd Çekdar Efrîn ê ku hezkirê kevokan bû û li eniyên şer ên taxê kevok xwedî dikirin, cihekî taybet li parkê ji bo xwedîkirina kevokan hat diyarkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RcUXs9O1lR8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>