​​​​​​​Li Til Koçerê şênî li dijî komployên li ser Şengalê meşiyan

Li navçeya Til Koçerê bi dehan kes li dijî peymana Bexda û PDK'ê ya li ser Şengalê meşiyan.

​​​​​​​Li Til Koçerê şênî li dijî komployên li ser Şengalê meşiyan
​​​​​​​Li Til Koçerê şênî li dijî komployên li ser Şengalê meşiyan
​​​​​​​Li Til Koçerê şênî li dijî komployên li ser Şengalê meşiyan
29 mijdar, 2020   14:46
QAMIŞLO

Bertekên gel ên li djiî peymana hikumeta Iraq û PDK'ê ya li ser Şengalê zêde dibin.

Bi dehan şêniyên navçeya Til Koçer bi meşekê piştgirî dan xelkê Şengalê.

Meş ji ketina navçeyê dest pê kir û di nav kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Şêniyên bê navber diruşmeyên şermezarkirina êrişên li ser Şengalê û siyasetên li dijî wê têne kirin berz kirin.

Meş li ber avahiya Şaredariya Gel veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçer Newaf Xedan lihevkirina li ser Şengalê şermezar kir û bi ne rewa bi nav kir. Xedan got: "Komplo û lihevkirinên li ser Şengalê binpêkirina mafên xelkê wê ye."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina peymana li ser wê bi dawî bû.

ANHA