QSD'ê têkildarî êrişên dagirekran ên li ser Eyn Îsayê daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê  ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên topbaranê, li ser xeta Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêdetir kirine, her wiha got, çeteyên dagirker bi 2 km nêzî rêya M4 xebatên çêkirina qeydeyan pêk tînin û amadekariyên êrişê dikin.

QSD'ê têkildarî êrişên dagirekran ên li ser Eyn Îsayê daxuyanî da
29 mijdar, 2020   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê û derdora wê daxuyaniyek nivisîkî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: 

"Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên topbaranê, li ser xeta Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêdetir kirine. Bi taybetî li 3 rojên dawî navenda bajarê Eyn Îsa û derdora wê bi dijwarî tê bombebarankirin. Di wan bombebaranan de gelê herêmê tê hedefkirin. Di bombebaranên ku duh di saetên sibe de çêbûn de 2 zarok brîndar bûn.

Her wiha li xeta gundê Malikiyê tevger û amadekariyê çeteyan zêdetir bûye. Çeteyên dagirker li 2 km nêzî rêya M4 a navdewletî, xebata çêkirina qeydeyan dimeşînin û amadekariya êrişê dikin."