Hûsiyan komkujiyek pêk anî: 7 kes hatin kuştin, 10 birîndar bûn

Îro komên Hûsî li gundekî rojavayê Yemenê komkujiyek pêk anî, di encamê de 7 sivîl hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Hûsiyan komkujiyek pêk anî: 7 kes hatin kuştin, 10 birîndar bûn
29 mijdar, 2020   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Al-Arebiye, çavkaniyekî tenduristî yê li nexweşxaneya Dirêhmî got, komên Hûsî gundê Qaza yê li gerînendetiya Dirêhmî ya başûrê Hudeydayê yê li rojavayê Yemenê, topbaran kir, di encamê de 7 sivîl bûn qurban û 10 jî birîndar bûn, di nav de jin û zarokan hene.

Çavkanî da zanîn ku rewşa gelek birîndaran giran e, her wiha ew birîndar rakirina nexweşxaneya bijîşkên bêsînor.

Çapemeniya leşkerî ya hêzên hevbeş bîlançoya destpêkê ya navên kuştî û birîndaran belav kir, nav wiha ne: Muna Osman Hesen Umer, Cuma Mihemed Umer Elî, Umeyma Ayiş Umer Elî, Meymona  Umer Elî, Hacer Mihemed Umer, Mihemed Umer Elî, Mihemed Fûad, Erfat Fûad, Raşid Umer, Muna Fûad û Ednana Fûad.

(fr)