Jinên Amûdê şehîd Şîlan bi bîr anî

Jinên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê di salvegera 16`an a şehadeta wê de şehîd Şîlan Kobanê bi bîr anî û got bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna şehîd Şîlan û hevrêyên wê, ew li ber xwe didin.

Jinên Amûdê şehîd Şîlan bi bîr anî
29 mijdar, 2020   14:13
QAMIŞLO

Îro salvegera 16`emîn a şehîd Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) ku endama Komîteya Navendî  ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) bû û hevrêyên wê şehîd Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl e. Şehîd Şîlan û hevrêyên xwe li bajarê Mûsilê di encama komployeke hikumetên Sûriye û Tirkiyê de, di 29`ê Mijdara 2004`an de gihaştin şehadetê.

Bi vê boneyê Meclisa Jinan a PYD`ê bi hevkariya Kongreya Star daxuyaniyek da.

Endamên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star û PYD`ê beşdarî xwendina daxuyanî bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîd Şîlan rakirin. Hevseroka Nivîsgeha PYD`ê ya navçeyê Munewer daxuyanî li pêşiya navenda PYD`ê xwend.

Di daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin: "Em komploya li dijî şehîd Şîlan û hevrêyên wê yên têkoşer şermezar dikin. Şehîd Şîlan û hevrêyên xwe ji li hemberî bindestiyê li ber xwe dan û gihaştin asta şehadetê, ji ber vê em dibêjin ku armanckirina têkoşeran armanckirina vîna gel û têkoşîna wî ye. Hîn jî êriş berdewam in û rejîmên desthilat li dijî gelê Kurd sûcan pêk tînin."

Di dawiyê daxuyaniyê de ev yek hate gotin: "Em wek PYD, li hemberî zordariyê û zilmê asta têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber sîstema federalî banga azadiya tevahiya gelan dike û bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna şehîd Şîlan û hevrêyên wê em gihaştin vê qonaxê û li ber xwe didin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MRbLGncVGyI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>