Li cîhanê zêdetirî 62 milyon kes bi koronayê ketine

Li tevahiya cîhanê zêdetirî 62 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û milyonek û 500 hezar kesên pê ketî, jiyana xwe ji dest daye.

Li cîhanê zêdetirî 62 milyon kes bi koronayê ketine
29 mijdar, 2020   12:01
NAVENDANÛÇEYAN

Li gorî daneyên pêketiyên vîrusa koronayê ku Reutersê eşkere kirin, li cîhanç zêdetirî 62 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine û hejmara kesên bi koronayê mirine, gihaşt milyonek û 449 hezar kesan.

Li gorî daneyan, korona herî zêde li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) belav bûye, piştre bi dorê Hindistan, Brezîlya, Îtalya û Rûsya tên.

Her wiha ji aliyê hejmara kesên ku bi koronayê mirine jî DYA di rêza yekemîn de ye, piştre Îtalya, Meksîka, Fransa û Brezîlya tên.

(dm)