Li paytexta Erîtreyê 6 teqîn pêk hatin

Balyozxaneya Amerîkayê ya li paytexta Erîtreyê ragihand ku li bajêr 6 teqîn pêk hatine û piştrast kir ku hîna sedem û cihên teqînan ne diyar in.

Li paytexta Erîtreyê 6 teqîn pêk hatin
29 mijdar, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî balyozxaneya Amerîkayê ya paytexta Erîtreyê Esmereyê, piştî ku serokwezîrê Etiyopyayê Ebî Ehmed ragihand ku artêş ketiye bajarê Mikkeli ku paytexta herêma Tigray e, duh li paytexta Erîtreyê 6 teqîn pêk hatin. Sedem û cihên teqînan hîna ne diyar e.

Balyozxaneyê li ser Facebookê wiha da zanîn: “28`ê Mijdarê li bajarê Esmereyê 6 teqîn pêk hatin.”

(cx)