Şengaliyan careke din daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên Iraqê kirin

Gelê Şengalê ku ji roja îmzekirina peymana li dijî herêmê ve li ser pêyan e, îro jî meşek li dar xist û daxwazên xwe careke din pêşkêşî rayedarên Iraqê kirin.

Şengaliyan careke din daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên Iraqê kirin
29 mijdar, 2020   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Şengalê di çarçoveya çalakiyên li dijî planên li ser herêmê de, îro careke din derket kolanan.

Girseya ku li navenda Şengalê kom bû, ji pêşiya avahiya Desteya Rêveber a Şengalê dest bi meşê kir û heta ber avahiya Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê dom kir.

Di meşê de pankartên “Em tifaqa dijî Şengalê red dikin” hatin vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Asayîşê” hatin berzkirin.

Piştî meşê li ser navê gelê Şengalê Hisên Hecî daxuyanî xwend û daxwazên gel careke din eşkere kirin. Daxuyanî wiha ye:

“Em wek gelê Şengalê bang li serokkomar, serokwezîr û serokatiya parlamentoya Iraqê dikin û dibêjin ‘Hûn ji bo rewşa Şengalê, planên li dijî Şengalê û gelê me yê bindest li ku ne?’

Hikumetên Iraqê yên heta mina ji bo mafên gelê Şengalê tiştek nekirine û gav ne avêtine. Lê em dibêjin ku pirsgirêka Şengalê pirsgirêk Iraqî ye, li derve nîn e. Lewma pêwîste çareseriyek mayinde ya siyasî, ewlekarî û civakî were peydakirin.

Di vê çarçoveyê de em van daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê dikin:

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di demeke ku dewlet li vir tûne bû de, xwedî li gelê Şengalê derketiye. Lewma pêwîste ev rêveberî û hemû saziyên girêdayî wê werin naskirin.

Asayîşa Êzidxanê dema ku valahiya ewlekariyê hebû, xelkê herêmê ji hemû êrîş û tundutijiyan parastiye. Lewma divê ku Asayîşa Êzîdxanê di çarçoveya yasayî de were naskirin.

Eger ku hikûmet van daxwazên me qebûl neke û pêk neyîne, em ê jî wekî gelê Şengalê heta dawiyê mafê xwe biparêzin û xwepêşandan berfireh bikin, tu kesên din jî nas nekin.”

Piştî daxuyaniyê daxwazên gel pêşkêşî radeyarên Ewlekariya Nîştimanî hatin kirin. Rayedaran jî destnîşan kir ku dê van daxwazan ragihînin hikumetê û tişta ji destê wan were bikin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CmPz5ts0MOc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>