Rojnameyên erebî: Doza bikaranîna çekên qedexekirî di êrişa Xûtayê de dîsa bû rojev

Rojnameyên erebî yên îro behsa doza kîmiyasal a Sûriyê, tevgerên dewleta Tirk li herêmê û aloziya Lîbyayê kirin.

Rojnameyên erebî: Doza bikaranîna çekên qedexekirî di êrişa Xûtayê de dîsa bû rojev
28 mijdar, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘MAHIR ESED FERMANA HEDEFGIRTINA XÛTA ŞAMÊ BI GAZA SARÎNÊ DA’

Rojnameya Şerq El-Ewset girêdayî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Li gorî lêpirsînên ku ‘Yekîneya Almanî ya Sûcên Şer’ derbarê êrişa 21`ê Tebaxa 2013`an li Xûta Şamê pêk hatiye ku tê de gaza sarîn hate bikaranîn, derket holê ku fermandarê Firqeya 4`an a artêşa Sûriyê Mahir Esed berpirsiyarê wê êrişê ye, ku birayê wî serok Beşar Esed destûra wê yekê daye.”

Du kovarên almanî encamên lêpirsînên xwe li ser malperên înternetê belav kirin.

Lêpirsînên ku hatine kirin, agahiyên xwe spartin şahidiya kesên ji êrişê filitîne. Yekîneya Lêpirsîna Sûcan li gorî biryara qanûna Almanya ya 2002`an ku mafê lêpirsîna derbarê sûcên şer ên li cîhanê û di nav de bikaranîna çekên qedexekirî dide Almanyayê, kar dike.

Li gorî belgeyên ku di lêpirsînan de hatine bidestxistin, Mahir Esed “fermana fermî daye.” Di lêpirsînan de, Mahir Esed wekî “duyemîn kesê herî bi hêz li Sûriyê” hatiye binavkirin, ku bi destura birayê xwe Beşar Esed fermana bikaranîna gaza sarîn di êrişa li dijî Xûtayê de dabû. Her wiha lêpirsîn eşkere dikin ku ew êriş bi rêk û pêk bû û dikeve çarçoveya stratejiya şer a sistematik.

 ‘ERDOGAN ŞERÊN XWE YÊN DERVE BERFIREH DIKE, DA KU TÊKÇÛNA XWE YA HUNDIRÎN VEŞÊRE’

Têkildarî rewşa Tirkiye jî rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de wiha got: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan pişta xwe dide tevgerên xwe yên derve , da ku têkçûna xwe ya hundirîn û binketina xwe di rêvebirina kar û barên welêt de veşêre, ku welatê wî bi aloziyeke aboriyê ya tûj re rû bi rû maye. Hemwextî wê roj bi roj belavbûna şewba Koronayê bandorên wê yên civakî zêdetir dibin.”

Ji ber siyaseta Erdogan a derve ku ji 2016`an ve tûjtir dibe, di navbera Enqere û hevalbendên wê yên rojavayî de valahiyek çêbûye û rewşa aboriyê ya Tirkiyê xerabtir bûye. Çavdêr dûr dibînin ku Erdogan vê siyaseta xwe biguherîne.

Erdogan her wiha ji ber bikaranîna dîplomsiyeke êrişkar ji bo xurtkirina girupa xwe ya îslamî û neteweperest, rastî gelek rexneyan tê. Lê tevî wê yekê jî hikumeta Tirkiyê tekez dike ku ew parastina berjewendiyên welat dike û li dijî hêzên dijber disekine.

 ‘ÎRO ŞÊWIRÊN PARLAMANTOYA LÎBYAYÊ BI DAWÎ DIBIN’

Ronameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Endamên parlamatoya Lîbyayê yên li bajarê Tencayê li ser lidarxistina rûniştineke giştî ya meclisê li bajarê Xedamis di hefteya pêş de, li hev kirin.”

Çavkaniyan ji El-Beyan re diyar kir ku dê beriya lidarxistina rûniştina Xedamisê, dê parlamanter vegerin Benxazî û Terabilusê da ku şêwiran bi hêzên siyasî û civakî yên li rojhilat û rojavayê welêt re pêk bînin.

Îro şêwirên li bajarê Tencayê bi dawî dibin û dê bi amadebûna Wezîrê Derve yê Mexribê Nasir Borêta daxuyaniyek bê dayîn. Çavkaniyan ji El-Beyan re got, dibe ku meclisa parlamanteran her du civînên yekkirin û lihevanînê sêşema bê li bajarê Xedamis ê li sêgoşiya sînorî bi Tunis û Cezaîrê re, li dar bixe.

(cx)