Koçberên Efrînî ji bo ENKS’ê: Çima hûn destê xwe dixin destê qatilên gelê xwe

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, pirsa welatparêziya ku ENKS îdia dike û gotin: "Ma hûn goristanên şehîdan ên ku çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê rûxandine nabînin? Çima hûn destê xwe dixin destê qatilên gelê xwe û serdana gorên qatilên Hevrîn Xelef dikin?"

Koçberên Efrînî ji bo ENKS’ê: Çima hûn destê xwe dixin destê qatilên gelê xwe
28 mijdar, 2020   02:11
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Serdana dawî ya nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) a ji bo Tirkiyê rastî nerazîbûn û redkirina kolana gelê kurd hat. Li gorî çavdêran ev serdan ji bo nixumandina kiryar û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê pêk hat.

Nûnerê ENKS'ê yê di îtîlafê ''Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê'' de Abdullah Gedo, li gel rayedarên îtîlafê 19'ê Mijdarê serdana kantona Efrînê kirin û gorên çeteyên dewleta Tirk ziyaret kirin.

Zeyneb Mistefa ya ji Efrînê koçberî Şehbayê bûye û li kampa Serdemê dimîne, serdana nûnerên ENKS'ê ya ji bo bajarê Efrînê ya dagirkirî şermezar kir û got: "Çima destê xwe didin destê qatilên gelê kurd û serdana gorên qatilên Hevrîn Xelef dikin."

Zeyneb Mistefa da zanîn ku ENKS'ê li şûna ku destê xwe bixe destê çeteyan bila destê xwe bixe destê gelê xwe.

' MA ENKS'Ê GORÊN ŞEHÎDAN ÊN KU ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK XIRAB KIRINE NABÎNE?'

Mihemed Mistefa jî pirsa welatparêziya ku ENKS'ê îdia dike, kir û ev tişt got: "Ma goristanên şehîdan ên ku çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê wêran kirine, nabîne? Mane ew şehîd ên ji gelê wê ne?"

Mistefa bang li ENKS'ê kir: "Welatparêzî ne bi serdana herêmên dagirkirî ye, welatparêzî bi pêkanîna yekrêziyê bi gelê xwe re ye."

Nezîfe Nabo jî bang li ENKS'ê kir ku hevkariya xwe bi çeteyan û dewleta Tirk re rawestîne û got: "Ji niha û şûnde em qebûl nakin ku bi Tirkiyê re hevkariyê bike."

Nezîfe Nabo destnîşan kir ku pêwîste ENKS'ê li rêza kurdî vegere û ji daxwaza wê betalkirina zimanê kurdî û sîstema hevserokatiyê matmayî ma û got: "Em dest ji zimanê xwe û sîstema xwe ya demokratîk bernadin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/05t3pwXNRTw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>