Hikumeta Şamê: Hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin bû 404

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, di 24 saetên dawî de 93 kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 5 pêketiyan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hikumeta Şamê: Hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin bû 404
27 mijdar, 2020   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku li Sûriyê 93 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 5 pêketiyên din jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendursitiyê ya hikumeta Şamê got, hejmara pêketiyên vîrusa korona li Sûriyê gihaşt 7 hezar û 635 kesan û hejmara miriyan jî gihşt 404 kesan.