Li gundewarê Girê Spî çeteyên dewleta Tirk leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar kir.

Li gundewarê Girê Spî çeteyên dewleta Tirk leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar kir
27 mijdar, 2020   17:26
KOBANÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Bîr Temah ê Girê Spî, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Sarûnc gulebaran kir. Leşkerê hêzên hikumetê di destê xwe yê rast û rûyê xwe de bi giranî birîndar bû.

Leşkerekî hêzên hikumetê yê bi leşkerê birîndar re, ji ANHA'yê re got, çeteyê, hevalê wan ê li nuqteya xwe ya li gundê Sarûnc ê 40 km dikeve rojhilatê kantona Kobanê  gulebaran kir. Di encamê de şikandin û xirabûn di destê wî de çêbûn.

Leşkerê birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê.

ANHA