Li Dêrikê salvegera damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin

Şêniyên Dêrikê bi diruşmeya "Bi rihê damezirandina tevgera azadiyê em ê têkoşînê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin" salvegera 42'an a damezirandina PKK'ê pîroz kirin.

Li Dêrikê salvegera damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin
Li Dêrikê salvegera damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin
Li Dêrikê salvegera damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin
Li Dêrikê salvegera damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin
Li Dêrikê salvegera damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin
Li Dêrikê salvegera damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin
27 mijdar, 2020   15:19
QAMIŞLO

Şahî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Dêrikê, Berav û herêma Koçerat beşdar şahiyê bûn. Navend bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, damezrînerên tevgerê, al û sembolên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, YPG, YPJ û QSD'ê hat xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Ararat axivî, salvegera damezirandina PKK'ê li rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û şervanên li eniyên şer pîroz kir.

Ararat got: "Pêngava Tevgera Rizgariya Kurdistanê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kir yek û nirxên mirovahiyê û gelên azadîxwaz parast. Tevî ku rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye, lê fikir û felsefeya wî li tevahî cîhanê cîhanê belav bûn. Gelên azadîxwaz xeta wî dişopînin, ji ber ku rêber Apo ji bo wan têkoşiya û hîn jî têdikoşe."

Piştî, Koma Cûdî stranên şoreşgerî û folkolrî gotin.

Şahî bi gerandina xelkên govendê bi dawî bû.

ANHA