Îran: Serokê Navenda Lêkolîn û Teknolojiyê ya Wezaretê Parastinê hate kuştin

Wezareta Parastinê yê Îranê piştrast kir ku serokê Navenda Lêkolîn û Teknolojiyê ya Wezaretê, Muhsin Fexrîzadeh di suîqestê de hate kuştin.

Îran: Serokê Navenda Lêkolîn û Teknolojiyê ya Wezaretê Parastinê hate kuştin
27 mijdar, 2020   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Farsê got: "Zanyarê nukleerî yê îranê Muhsiên Fexrîzadeh li Tehranê bi guleyê hate kuştin."

Ajansa Nûçeyan a Tasnimê jî ragihand ku Fexrîzadeh hîna di odeya emeliyetê de û hewldanên rizgarkirina jiyana wî tê kirin.

Lê Wezareta Parastinê ya Îranê bi daxuyaniyekê agahiyên kuştina Fexrîzadeh piştrast kir û got: "komên çekdar ên terorîst nîvroya roja Înê êrişî wesayîta veguhestina serokê Navenda Lêkolîn û Teknolojiyê ya Wezaretê, Muhsin Fexrîzadeh kirin. Di navbera tîmên ewlehiyê û terorîstan de şer derket. Di encamê de birêz Muhsin Fexrîzadeh bi giranî birîndar dibe û ji bo nexweşxaneyê tê veguhestin. Lê mixabin tîma tenduristiyê di xilaskirina jiyana wî de bi ser neket.Piştî çend kêliyan ev mûdîr û zanyar piştî salên dirêj ji ked û têkoşînê gihişt asta şehadetê."

Çavkanî: RT