Meclisa Malbatên Şehîdan dê du akademiyên perwerdeyê li Kobanê veke

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, ji bo piştgtiriya zarokên şehîdan hewl dide di meha bê de du akademiyên perwerdeyê bi navê Şehîd Emgîhan li Kobanê veke.

Meclisa Malbatên Şehîdan dê du akademiyên perwerdeyê li Kobanê veke
27 mijdar, 2020   06:45
KOBANÊ-NÎHAD KERO

Berpirsên Meclisa Malbatên Şehîdan bi armanca ku zarokên şehîdan ên ku ji xwendinê qut bûne û nikarin derfetên kar peyda bikin, hewl dide di meha bê de du akademiyên perwerdeyê li kantona Kobanê veke.

Berpirsên Meclisa Malbatên Şehîdan bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li hev kirine ku asta bawernameya ku xwendekarên ku ji van her du bi dest bixin dê mîna yên herêmên Rêveberiya Xweser be.

Yek ji wan akademiyan dê tenê pisporê fikra îdeolojî be. Tevahiya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantonê, dê di perwerdeya vê akademiyê re derbas bibin. Di akademiya din de jî dê ziman were fêrkirin.

Zimanên ku dê di vê akademiyê de werin fêkirin ev in: Kurdî, Erebî û Inglîzî. Her wiha endamên rêveberiya meclisê fikrê fêrkirina zimanî Rûsî jî heke şert guncew bûn, dinirxînin. Di vê akademiyê de li rex fêkirina ziman, dê waneyên fêrbûna bikaranîna kompîterê werin dayîn. Dibe ku dewreyek ji bo fêrkirina dirêjkirina torên kehrebeyê bê dayîn.

Kesên ku dixwazin tev li van akademiyan bibin, dikarin belgeyên pêwîst ji navendên meclisên malbatên şehîdan ên li 6 navçeyan pêşkêş bikin. Bi şerta ku zarokên malbatên şehîdan bin. Pêwîstî bi bawernameya qedandina astên xwendinê tune ye. Kesên ku dê tev li paymengeha ziman û kompîterê bibin divê di navbera 16 û 20 saliyê de bin.

Ji bo kesên ku li gundewar an jî herêmên dûr dimînin jî, Meclisa Malbatên Şehîdan dê ji wan re erebeyan eyar bike.

Navê her du akademiyan wê Şehîd Emgîhan be û tê payîn di 27`ê Mijdarê de bihatana vekirin. Lê ji ber belavbûna vîrusa koronayê, vekirina akademiyan ji bo meha bê hate pêşdexistin.

Akademiyek li bajarê Kobanê ye û ya din jî li gundê Helince yê li nêzî bajêr ji aliyê başûr rojhilat ve ye.

Derbarê mijarê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Silêman Silêman got: “Meclisê piştî ku azarên zarokên şehîdan di peydakirina derfetên kar de di saziyên rêveberiyê de zehmetiyan dikişînin, ji ber ku piraniya saziyan bawername ji karmendên xwe dixwazin, dît, gava vekirina her du akademiyan avêt.“

Silêman wiha domand: “Em kêfxweş in ku zêdetirî kesekî ji malbatên şehîdan navên xwe di akademiyan de qeyd kirin. Ez bang li ciwan û hevjînên şehîdan dikin ku vê gavê bavêjin û werin navên xwe li akademiyên tomar bikin. Ji ber ku dê ji bo wan werin vekirin.“

Heta niha dema bidawîbûna perwerdeyê li akademiyê nehatiya diyarkirin.

(şx)

ANHA