Li Minbicê projeya avakirina birca saetê

Şaredariya Gel  a Minbicê di nav projeyên xwe yên xizmetguzariyê de, amadekariyên avakirina birca saetê li navenda bajêr dike.

Li Minbicê projeya avakirina birca saetê
Li Minbicê projeya avakirina birca saetê
Li Minbicê projeya avakirina birca saetê
Li Minbicê projeya avakirina birca saetê
Li Minbicê projeya avakirina birca saetê
Li Minbicê projeya avakirina birca saetê
Li Minbicê projeya avakirina birca saetê
26 mijdar, 2020   08:09
MINBIC

Şaredariya Minbiê destpêkê wê baxçeyekî li navenda bajarê Minbicê ku di çûyîn û hatinê de astengî çêdikir, rake û bike qad. Piştre, wê avpijînk were avakirin. Di pêvajoya sêyemîn de, wê bircê saetê were avakirin.

Serokê Nivîsgeha Beşa Fenî li bajarê Minbic Ehmed Şêxo da zanîn ku ji ber qerebalixa ku di navenda bajarê Minbicê de çêdibû, wan dest bi projeyê kiriye.

Ehmed Şêxo diyar kir ku li şûna baxçeyê di navenda bajar de, ew ê qadekê ava bikin da ku çûyîn û hatin hêsanstir bibe û qerebalix çênebe.

Şêxo got berî hefteyekê dest bi xebatê kir, her wiha plan dikin ku qonaxa yekem di 2 mehan de bi dawî bibe û xebata giştî ya projeyê di 6 mehan de, bi dawî bibe û di nav de jî birca saetê were avakirin.

(dm)

ANHA