​​​​​​​Li rojhilatê Kobanê dewriya hevbeş

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê, bi artêşa Tirk a dagirker re li rojhilatê bajarê Kobanê ya Bakurê Sûriyê dest bi dewriyekê kir.

​​​​​​​Li rojhilatê Kobanê dewriya hevbeş
26 mijdar, 2020   07:03
KOBANÊ

Dewriya ku ji 8 panzêrên ji herdu aliyan pêk tê, li ser sînorê Sûriyê li gundewarên rojhilatê Kobanê destpê kir.

Dewrî wê li gundên nêzî sînor bigere û piştre vegere cihê ku jê destpêkirî.

Di demeke ku dewriye  di çarçoveya hevpeymana Sochiyê de têne meşandin, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane hevpeymanê binpê dikin û gundewarên Girê Spî, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û Minbicê bi awayekî domdar topbaran dikin. Beriya du rojan jî artêşa Tirk û çeteyên wê di saetên derengiya şevê de, êrişeke dijwar birin ser Eyn Îsayê, şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiv dan û êriş têk birin.

(kc)

ANHA