‘Rêbertî li me wesayet kir; pişta xwe bidin hêza xwe’

Şêniya ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiya bi bîr xist ku rêbertî girîngî dida ku Kurd pişta xwe bidin xwe, da ku doza xwe çareser bikin.

 ‘Rêbertî li me wesayet kir; pişta xwe bidin hêza xwe’
26 mijdar, 2020   02:12
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dema rêbertî li Sûriyê û Lubnanê bû, bi hezaran kurdistaniyan rêber Abdullah Ocalan dîtin. Rêbertî jî wê demê gel zana kir, dîroka û koka dîrokî ya dozên Rojhilata Navîn û rêbazên çareseriya wê dan naskirin.

Zelûx Ehmed a ji kantona Efrînê ya dagirkirî, di civîneke girseyî ya ku rêber Ocalan di 1991’ê de li Lubnanê li dar xistiye de, amade bû.

Zelûx Ehmed wiha got: "Rêbertî zêdetir li ser dijminên gelê Kurd diaxivî û her tim digot, divê em pişta xwe nedin dijmin, ji ber dijmin nabe dost, hêza xwe nekin berjewendiya dijmin, gelê wê hêza we ye."

Gotinên rêber Ocalan bandoreke mezin li ser Zelûx Ehmed kir û wiha pê de çû: "Ez bi fikir û gotinên rêbertî pir bandor bûm û min şukir ji Xwedê re rêberekî me yê mezin heye û dikare tevahî pirgirêk û dozên me çareser bike."

Zelûx Ehemd destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan di civînê de li ser şoreş û rizgarkirina gel ji zilm û koletiyê axivî û ji me re wiha digot: "Çima em welatê xwe rizgar nakin û dijmin destkeftiyên me distîne. Me ji bo rizgarkirina gel ji zilmê û bidestxistina nasnameya xakê dest bi vê şoreşê kir. Ji ber xaka tevahî gelan heye, em her tim li cihê xwe ne û di bin zilma dewletên kapîtalîst de ne."

Zelûx Ehmed bibîrxistina gotinên rêber Ocalan wiha bi dawî kir: "Rêbertî ji me re digot; divê em xizmetî welat û doza xwe bikin û ne doza ji bilî xwe. Hin Kurd hene, li rex dijmin in, lê mixabin nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em Kurd dikarin dozên xwe bi xwe çareser bikin û divê em destek bin û parastina hev û din bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/94Hcyrc2PG4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>