Îsraîlê başûrê Şamê û Quneytera bombebaran kirin

Îsraîlê baregehên cihên hêzên hikumeta Şamê li başûrê  paytextê Şamê û Quneyterayê bombebaran kirin.

Îsraîlê başûrê Şamê û Quneytera bombebaran kirin
25 mijdar, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ragihand ku Îsraîlê li dijî başûrê Şamê êrişeke asîmanî pêk anî.

Li gorî ajansê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, bombebaran seat di 23:50'an de pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî da zanîn ku piştî nîvê şeva sêşemê dengê teqînên dijwar li herêmên rojhilatê Şamê û Quneyterayê hat bihîstin. Li gorî SOHR`ê baregehên hikumeta Şamê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin, li derdora bajarokê Riwêyhînê başûrê Quneyterayê û di wan baregehan de, hêzên Îranê jî hebûn.

Her wiha SOHR'ê diyar kir ku Îsraîlê êrişeke asîmanî li dijî baregehên leşkerî yên girêdayî hikumeta Şamê yên ku komên alîgirên Îranê tê de ne, li herêmên çiyayê El-Manî li başûrê Şamê pêk anî.

SANA’yê îdia kir ku di encama bombebaranê de tenê zirarên madî çêbûne, lê SOHR`ê diyar kir ku di bombebaranê de kuştî jî hene.

Ev êrişa Îsraîlê ya 36'an e ku îsal li dijî Sûriyê pêk tîne.

(dm)