Erebeyeke bombekirî li Babê teqiya

Di encama teqîna erebeyeke bombekirî li bajarê Babê ya dagirkirî de, gelek kuştî û birîndar hene.

Erebeyeke bombekirî li Babê teqiya
24 mijdar, 2020   11:35
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyên ji bajarê Babê bi dest xistine, erebeyeke bombekirî li Çerxerêya Qabsîn teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar çêbûn. Lê hêta niha hejmara kuştî û birîndaran ne diyar e. Her wiha zirarên mezin gihîştin mal û milkên sivîlan.

(dm)

ANHA