Artêşa Tirk herêmên Avaşîn û Zapê bombebaran kirin

HPG'ê daxuyand ku di 21 û 23'ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî li dijî herêmên Zê û Avaşînê pêk anîne.

Artêşa Tirk herêmên Avaşîn û Zapê bombebaran kirin
24 mijdar, 2020   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

21'ê Mijdarê saet di 22:30'an de Qada Karker a herêma Zapê hate bombekirin.

23'yê Mijdarê saet di navbera 10:30-11:30'an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 4 caran hate bombekirin.

Ji ber van êrişên hewayî tiştek bi hêzên me nehatiye."