Nivîsgeha Parastina Zarokan: 4 ciwanên temen biçûk li malbatên wan hatin vegerandin

Berpirsên Nivîsgeha Parastina Zarokan a Qamişloyê diyar kir ku 16 gilî gihaştine ber destê wan û 4 zarok li malbatên wan hatine vegerandin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan: 4 ciwanên temen biçûk li malbatên wan hatin vegerandin
23 mijdar, 2020   13:13
QAMIŞLO

Îro Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de ya Qamişloyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da raya giştî. Hevseroka nivîsgehê Mîdye Nesirdîn daxuyaniyê li avahiya nivîsgeha saziyê ya herêma Cizîrê xwend.

Di daxuyaniya nivîsgehê de hate destnîşankirin ku berpirsên nivîsgehê her tim amade ne parastin û ewlehiyê li gorî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bikin û wiha hate gotin: "Em karê xwe bi koordîneya Neteweyên Yekbûyî (NY) didin meşandin. Ji bo wê jî 9 nivîsgehên parastina mafên zarokan di şerên çekdarî de li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Em giliyên ku tên ber destê me, dişînin Nivîsgeha Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Nivîsgeha Giştî jî bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), NY û UNICEF`ê beşa li dijî leşkerkirin û karkirina zarokan re koordîne dike, bi taybet mijara leşkerkirina zarokan. Heta niha 16 gilî gihaştine ber destê me. Bi rêya nivîsgehê 4 zarok vegerîn malbatên xwe.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku zarokên bi razîbûna xwe yan jî ji ber sedemên din bûne leşker, ew ê ji wan re parastina pêwîst were peydakirin û dê di dewreyên piştgiriya derûnî re werin derbaskirin da ku tev li civakê bibin.

Di daxuyaniyê de Mîdye Nesirdîn ev agahî parve kirin: “Em ji tevahiya dezgehên çapemeniyê û malbatên ku gilî kirine re destnîşan dikin ku em her tim amade ne mafên zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya QSD û NY`yê li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê biparêzin.”

Berpirsên nivîsgehê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku ew niha giliyên mayî lêkolîn dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XH3dD0mXiks" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>