PDK’ê hêzeke mezin ber bi Qesrê û Hacî Umeranê ve bi rê kir

PDK’ê hêzeke mezin tevî çekên giran şand bajarokê Qesrê û Hacî Umeranê yên ser bi Herêma Balekayetî ya girêdayî Hewlêrê.

PDK’ê hêzeke mezin ber bi Qesrê û Hacî Umeranê ve bi rê kir
23 mijdar, 2020   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, vê sibehê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêzeke mezin ku ji wesayitên leşkerî û çekên giran pêk tê, ber bi Hacî Umeran û Qesrê ya ser bi Herêma Balekayetî a ser bi Hewlêrê ve şand.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, hêza hatiye şandin bi navê "Hêza Topxane yên Şewlewayê" ye.

Li herêmê ji bilî hêzên PDK’ê tu hêzek din a ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve nîn e.

Dîmenên şandina hêzê ber bi Qesrê û Hacî Umeranê ve, di malperên medyaya civakî de belav bûne.

(cx)