Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist

Bi diruşmeya "Ji zewicandina keçên biçûk re em dibêjin na" Yekitiya Jinên Ciwan  komxebatek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist
22 mijdar, 2020   16:17
REQA

Komxebat li hola Tac a bajarê Reqayê bi beşdarbûna 100 endamên Yekitiya Jinên Ciwan û nûnerên desteyên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên ji Siwêsra û Belçîkayê hate lidarxistin.

Hola komxebatê bi wêneyên şehîdên jin û pankartên "Dem dema parastina jin û civaka azad e", "Ji zewicandina keçên biçûk re na", "Ji xwişkên Mirabal heta Sakîna Cansîz û îro Hevrîn û Zehrayan têkoşîn berdewam e", "Serhildana jinên ciwan tolhildan e" û "Doza jinan dozeke neteweyî" hate xemilandin.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Di komxebat de sê mijar (Sedama zewaca di temenê biçûk de, rêbazên bidawîkirina vê diyardeyê û pênaseya zanistî ya zewaca di temenê biçûk de) hatin nîqaşkirin.

Mijara yekemîn a bi navê (Sedema zewaca di temenê biçûk de) ji aliyê endama rêveber a navenda Jineolojî Xaliya Neimê hate şîrovekirin.

Xaliya Neimê  bal kişand ser tunebûna qanûnên ku tundiyê bi dawî dikin û diyar kir ku zewicandina keçên temen biçûk dibe sedema bê istiqrariya jiyana zewacê.

Her wiha destnîşan kir ku ji sedemên girîng ên vê diyardeyê ew e ku di civakê de nêrîna ku keç li ser malbatê bareke heye û bi navê "Starê" de têne zewicandin.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Heta gotin ku rewşa jiyanî ya zehmet, li gel êrişên ser herêmê bû sedem ku gelek malbat keçên xwe bi sedema xizantiyê bizewicînin.

Di berdewama komxebatê de, endama rêveber ya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Esmaa Mistefa li ser rêbazên bidawîkirina vê diyardeya zewaca keçên temen biçûk axivî û got: "Ji bo bidawîkirina vê diyardeyê hin mijar hene divê ser were sekiandin. Divê tedbîrên diyar werin girtin û hemû dewlet li ser li hev bikin."

Esmaa Mistefa anî ziman ku divê arman û plan werin diyarkirin û stratejiyên mîsogerkirina mafên jinan û tunekirina kiryarên neyinî yên li dijî jinan ciwan werin xêzkirin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Hemîda Mihemed li ser vê mijarê axivî û destnîşan kir ku divê bi cidiyet elaqeyek bi mafê jinên ciwan were kirin û tedbîrên pêwîst ji bo parastina wan ji tundiyê werin girtin. Her wiha divê dê û bav wekhevî di navbera herdu zayendan de pêk bînin.

 

Mijara sêyemîn a (Pênaseya zanistî  ya zewaca di temenê biçûk de) ji aliyê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Medya Mihemed û endama Navenda Xwendekaran a beşê Tiba Derûnî Hêzil Mihemed ve hate şîrovekirin.

Hate gotin ku, li gorî serjimariyan her sal 12 mîlyon keçên jêrî 18 sal têne zewicandin. Her wiha hate gotin ku ev zewac bandoreke neyinî li fîzîkiya jinan dike û dibe sedema pirsgirêkan.

Komxebat bi nîqaşan li ser cûreyên tundiya li ser jinan û rêbazên bidawîkirina wê bi dawî bû.

ANHA