DYA: Serdana Erdogan ji bakurê Qubrisê re gavek şaş e

Wezareta Karê Derve ya DYA'yê serdana Erdogan ji bakurê Qubrisê re wekî gavek şaş binav kir.

DYA: Serdana Erdogan ji bakurê Qubrisê re gavek şaş e
21 mijdar, 2020   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya DYA'yê bi daxuyaniyekê ku di rojnameya Yewnanî Kathimerini hat weşandin de, bang li Tirkiyê kir ku li biryara xwe ya ji nû vekirina havîngeha Varosha ya ku Qubrsiyan ku ji ber êrişa Tirkiyê ve di 1974'an de jê koç bûne, vegere.

Wezaretê Karê Derve ya DYA'yê serdan Serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan roja Yekşemê ji bo Qubrisê, gavek şaş bi nav kir.

Li gorî daxuyaniyê, DYA'yê piştgirî dide hewildanên aramkirina aloziyên li rojhilatê Deryaya Navîn û doza diyalogê û rêzgirtina ji qanûnên navneteweyî re didomîne.

(dm)