​​​​​​​YPG: Li Hesekê 4 endamên şaneyên veşartî hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê ragihand ku di YAT'ê yaa duh li rojevayê herêma Hesekê pêk anîbû de 4 endamên şaneyên veşartî hatin girtin.

​​​​​​​YPG: Li Hesekê 4 endamên şaneyên veşartî hatin girtin
20 mijdar, 2020   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de encamên operasyona Yekîneyên Antî Teror (YAT) a duh a li rojavayê bajarê Hesekê eşkere kir û agahî hatin parvekirin:

"Li roja 19'ê Mijdarê Yekîneyên Antî Teror (YAT) li rojavayê herêma Hesekê operasyonek lidarxistin. Di vê operasyonê de 4 kes hatin girtin. Kesên ku hatin girtin;

Hatem Salih El Kreis ( endamê şaneyek veşartî ya rejîma Sûriyê ye û têkiliya wî bi DAIŞ'ê re heye)

Ehmed Mihemed El Kreis ( endamê şaneyek veşartî ya rejîma Sûriyê ye)

Uday Salih El Kreis

Samî Mihemed El Kreis

Herwiha di vê operasyonê de miqdarek cebilxane û amûrên teknîkî jî hatin desteserkirin."

ANHA