KNK li Başûr bi rûspî û rewşenbîrên herêma Raperînê re civiya

Şandeya KNK’ê bi rewşenbîr û rûspiyên navçeya Ranye ya herêma Raperînê re civiya. Rewşenbîr û rûspiyan diyar kir ku yekitiya neteweyî dikare pîlanên dijminan ên li ser gelê Kurd tune bike.

KNK li Başûr bi rûspî û rewşenbîrên herêma Raperînê re civiya
KNK li Başûr bi rûspî û rewşenbîrên herêma Raperînê re civiya
KNK li Başûr bi rûspî û rewşenbîrên herêma Raperînê re civiya
KNK li Başûr bi rûspî û rewşenbîrên herêma Raperînê re civiya
KNK li Başûr bi rûspî û rewşenbîrên herêma Raperînê re civiya
KNK li Başûr bi rûspî û rewşenbîrên herêma Raperînê re civiya
20 mijdar, 2020   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn û serdanên şandeya KNK’ê ji bo rêgirtina li siyasetên şerxwaz û girîngiya yekitiya neteweyî, li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeya KNK’ê li navçeya Ranye a ser bi Herêma Raperîn bi rewşenbîr û ruspiyên herêmê re civiya.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di civînê de hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li ser armanca serdanên wan ên li Başûrê Kurdistanê axivî. Ehmed Qeremus got ku ew dixwazin ji bo rê girtina li şer, serdana hemû aliyên Başûrê Kurdistanê bikin.

Ehmed Qeremus bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo geşkirina agirê şer û got: “Dewlet Tirk a faşîst, bi alîkariya çeteyên DAIŞ û Nusre, li dijî gelê Kurd şer dike. Niha jî dixwaze di nava hêzên Kurdan de şer çêbibe, wê ev şer tenê di qezenca dagirkeran de be.”

Endama şandeya KNK’ê Asya Abdullah jî axivî û got: “Çawa Ranye Herêma Raperîn dijî rejîma Baas’ê serî hilda, divê îro jî destkeftiyên Raperîna Kurdan li Başûr û rojavayê Kurdistanê bi parêze. Divê hewldanên dewleta Tirk yên ji bo êrişkirina ser Rojava û Başûrê Kurdistanê pûç bike.”

Asya Abdulah îşaret bi berxwedana Kobanê kir û wiha pê de çû: “Çawa me hemûyan bi hevre, DAIŞ’ê li Kobanê têkbir, îro jî divê li dijî dagirkeran kongreya neteweyî were lidarxistin. Me li Rojavayê Kurdistanê destpêkiriye û em gihiştine encamên baş.”

Rewşenbîr û rûspiyên herêma Raperînê jî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û da zanîn ku tenê yekitiya neteweyî dikare pîlanên dijminên gelê Kurd têk bibe û statuya Kurdistanê bi hêz bike.