​​​​​​​Fermandarê QSD’ê: Armanca êrişan sivîl in

Yek ji fermandarên QSD’ê Erdal Kobanê ku di eniya şer ya Eyn Îsa û Girê Spî de cih digire,  destnîşan kir ku dewleta Tirk dagirker bi van  êrişan sivîlan hedef digire.

​​​​​​​Fermandarê QSD’ê: Armanca êrişan sivîl in
20 mijdar, 2020   11:04
EYN ÎSA

Ji fermandarên QSD’ê Erdal Kobanê têkildarî tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li xeta Eyn Îsa û Girê Spî axivî. Kobanê diyar kir ku êrişên bejahî û hewayî  berdewam dikin û ew êriş li gorî hiqûqa şer a cîhanî jî sûc in.

Erdal Kobanê di nirxandinên xwe de bal kişand êrîşên li ser herêmê û got hêzên dagirker di van êrîşan de sivîlan jî dikin armanc.

‘ÊRIŞAN BERFIREH DIKIN’

Fermandar Erdal Kobanê diyar kir ku gundewarên li herêmê dibin armanca êrişên çete û artêşa Tirk a dagirker û got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişan berfireh dikin û baregehên nû çêdikin. Dewleta Tirk guh nade tu qanûn û peymanên hiqûqa şer û êrişên bejahî û hewayî  didomîne.”

Erdal Kobanê got ku şerê li herêmê ji aliyekî ve bandoreke neyînî li ser aboriya herêmê dikin û ji aliyê din ve jî dibe sedem ku dewleta tirk jî ji aliyê aborî ve krîzê jiyan bike.

Kobanê bal kişand ser rewşa gelê herêmê û got, “Ji ber van êrişan gelê sivîl berdelên giran dide. Dewleta Tirk û çeteyên wê guh nadin tu rêbaz an jî exlaqê şer. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hewan, obus û topan cih û warên sivîlan dikin armanc, ji ber wê yekê sivîl neçarî koçberiyê dibin.”

ANHA

<iframe width="550" height="353" src="https://www.youtube.com/embed/-y-DT70KvcA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>