Endamên Parlamentoya Ewropayê nameyek ji partiyên kurdan re şandin

Endamên Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlamentoya Ewropayê nameyek ji partî û tevgerên Kurdan re şandin û ji wan xwestin ku rê nedin şerê navxweyî û firsendê nedin hêzên derve.

Endamên Parlamentoya Ewropayê nameyek ji partiyên kurdan re şandin
20 mijdar, 2020   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlamentoya Ewropayê parlamenter François Alfonsi (Greens/EFA, Fransa) Andreas Schieder (S&D, Awûstûrya) Nikolaj Villumsen (GUE/NGL, Danîmarka) nameyek ji Kurdan re şandin û xwestin ku şerê hev nekin.

ROLA KURDAN

Di nameyê de işaret bi rola Kurdan a li nava têkoşîna demokrasî û aştiyê ya li Rojhilata Navîn hate kirin û hate gotin, "Koma me ya Dostaniyê, piştî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê yên Tîrmeha 2019'an, ji bo parastina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd ava bû. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn barhilgirê nirxên bingehîn e; ew nirxên ku demokrasiyê, têkoşîna li dijî terorîzmê û mafên hindekahî û jinan didin pêş. Ev yek, ji bo avakirina paşerojeke aştiyane ya xwe dispêre mafê diyarkirina çarenûsa xwe, wan dike hîmekî bingehîn."

Di nameyê de hate gotin "Me dît ku Kurdan di nava dehan salên dawî de ji ber êrişan çiqasî êş kişandin: Ji Iraq a Saddam Huseyîn û Îslamîstên ku hindekahî li dijî wan diparastin; li Sûriyeyê ku tevkariyeke misoger dan serketina koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, ji DAÎŞ'ê êş kişandin. Yan jî ji Tirkiyeyê êşên giran kişandin ku lîderên wan ên hilbijartî bi rengekî kêfî girtî ye."

Parlamenteran diyar kirin ku ew ji ber polîtîkayên dijminane û êrişkar ên rejîma desthilatdar a bi serkêşiya Erdogan ên li dijî Kurdan gelekî bi fikar in û destnîşan kirin ku dagirkirina xaka Kurdan a li Sûriye û Iraqê, her wiha bicihkirina leşkeran li wê herêmê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku hevkariya artêşa Tirk a bi kesên beşdarî tevgerên terorîst ên mîna DAIŞ'ê bûne hatiye îspatkirin û hate ragihandin ku Tirkiye van leşkerên bi pereyan şer dikin li dijî Qerebaxê û Lîbyayê bi kar tîne. Di nameyê de hate destnîşankirin ku êrişên terorê yên dawî yên li Fransa û Awûstûryayê cihê fikaran e.

'DIVÊ TÊKILIYA BI KURDAN RE BÊ XURTKIRIN'

Di nameyê de hate gotin, "Pêwîste têkiliya navbera rayedarên Kurd û Ewropayê bê xurtkirin" û nameyê wiha dewam kir:

"Bi navê Ewropiyên hatine hilbijartin; ji bo tevkariyê li azadiya Kurdan bikin û bi vê armancê firsendan bi kar bînin, ji bo alîkariyê bidin bidawîkirina rejîmên antî-demokratîk û ji bo rêxistinên terorê yên Îslamîst ên ku gefê li Ewropayê û tevahiya cîhanê dixwe bi rengekî mayînde têk bibin, em dixwazin bixebitin."

PIŞTGIRIYA PARLAMENTERAN

Di nameyê de hate bibîrxistin ku heta li Parlamenta Ewropayê konferans li dar xistin,e ji Nûnertiya Bilind a Têkiliyên Derve û Komîsyona Ewropayê xwestine bikevin nava liv û tevgerê û hate gotin, "Van hewldanên me ji zêdeyî sed parlamenterên ji partiyên demokratîk ên Ewropayê piştgirî wergirt."

'EM JI BER ALOZÎ Û RAGEŞIYA NAVBERA KURDAN BI FIKAR IN'

Di dewama nameyê de hate gotin, "Bi navê dostên gelê Kurd, ji rageşiya nava hêzên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê, ji dibetiya şerekî gengaz em gelekî bi fikar in" û hate destnîşan kir ku ev yek wê bandoreke neyînî li paşeroja demokratîk û azad a gelê Kurd bike.

Di nameyê de ev bang li partî û tevgerên Kurdan hate kirin: "Ji bo afirandina paşerojeke aştiyane, demokratîk û azad, em li bendê ne ku hûn pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin, zemînê nedin hêzên derve ku şerekî nava Kurdan teşwîq dikin. Kurdan weke aktorên aştî û aramiya li Rojhilata Navîn xwe hîn bêhtir ispat dikin, lewma girîng e ku hûn di navbera xwe de bi rêya diyalogê rêyeke siyasî bêtundî peyda bikin. Ji her devera cîhanê rewşenbîrên Kurd bang li we dikin, em jî bang li we dikin ku ji bo serxistina vê yekê ya ji destê we tê bikin."

DAXWAZA HEVDÎTINA BI KURDAN RE

Parlamenterên Ewropî diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew jî amade ne bikevin dewrê û herî dawî ev bang kirin: "Em dixwazin bi we re nîqaş bikin, hevkariyê bikin. Em hêvîdar in ku bala we wê biçe ser vê nameyê. Em li benda bersiva we ne û eger derfetên tenduristiyê rê bidin em hêvîdar in ku karibin we nas bikin û silavên xwişk û biratiyê ji we re dişînin."