Sivîlên Minbicê yên li eniyên şer di armancên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne

Gundewarên Minbicê yên li nêzî herêmên dewleta Tirk a dagirker ji bakurê Sûriyê dagir kirine her tim ji aliyê komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker tên topbarankirin. Bi piranî jî sivîlên wan herêman dibin qurbanê wan topbaranan.

Sivîlên Minbicê yên li eniyên şer di armancên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne
Sivîlên Minbicê yên li eniyên şer di armancên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne
Sivîlên Minbicê yên li eniyên şer di armancên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne
Sivîlên Minbicê yên li eniyên şer di armancên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne
Sivîlên Minbicê yên li eniyên şer di armancên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne
Sivîlên Minbicê yên li eniyên şer di armancên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne
20 mijdar, 2020   05:02
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê dema dawîn de, ji herêmên ku li bakurê Sûriyê dagir kirin ve, topbaranên xwe li dijî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê zêde kirin.

Ev topbaran bi taybetî li dijî gundewarên tê de bi sedan sivîl hene, pêk tên. Bi wê re jî jiyana sivîlan di xeteriya mirin an jî birîndarbûnê de ye. Ligel wê jî zirarên madî yên mezin ên topbaranan hene.

 ‘DIJMINEKÎ HOV E, MIROV Û KEVIRAN ARMANC DIKE’

Hisên Hemed ê ji gundê Hoşeriyê yê 22 km dikeve bakurê Minbicê got gundên nêzî herêmên dagirkirî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Hemed wiha domand: "Ev topbaran ne sivîl ne jî leşkeran dizane. Bê rih çekên navîn û giran bi kar tînin."

Hemed destnîşan kir ku êrişên dagirkerî û çeteyên wê di saetên derengiya şevê de pêk tên û şênî di tirsê de dijîn, bi taybet jin û zarok û wiha pê de çû: "Em ê çêbikin, dijminekî hov e, kevir û mirovan armanc dike."

Hisên Hemed rewşên gundên li rex herêmên dagirkirî bi krêtî bi nav kir, ji ber çete wan gundan armanc digirin. Da ku şênî bitirsin û ji malên xwe koçber bin. Lê belê şênî dê heta dilopa xwînê ya dawîn li ber xwe bidin.

Hisên Hemed wiha di dawî kir: "Sivîl dibin qurbaniyên topbaranan û gule li ser serê şêniyan tê barandin."

 ‘NIKARIN ZEVIYÊN XWE BI SEDEMA TOPBARANÊ BIÇÎNIN’

Mala Yûsiv Semio tenê kîlometreyekê ji eniya şer a di navbera çete û Meclisa Leşkerî ya Minbicê de dûr e û gelek caran moşek li nêzî malê dikevin.

Semio da zanîn ku zeviyekî wî li aliyê din ê çemê Sacûr ê li herêmên dagirkirî heye. Lê belê ew nikare biçîne. Ji ber çete nahêlin derbas bin û zeviyên xwe biçînin. Bi wê re jî gelek şêniyan zeviyên xwe li aliyê dîtir bê çandinî hiştin.

ŞERVANÊN MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ LI HEMBER ÇETEYAN IN

Nêzî bi dehan nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne. Di vî warî de şervan Elî Hisên Elêwî wiha got: "Baregehên dewleta Tirk ên li hember wan, wan topbaran dikin."

Elêwî wiha bi lêv kir: "Tevgerên çeteyên zêde ne û pirî caran bendên kontrolê yên nesabît datînin û ji wê zêdetir jî guleyan diavêjin, da ku sivîlên li herêmê bitirsînin."

Girêdayî mijarê, şervan Usama Kamil Cuma axivî ku çete caran bi dizî tên herêmê, lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan didin û nahêlin hedefên wan pêk bên."

Cuma bi bîr xist ku her tim gera  balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li asîmana herêmê hene.

Çeteyan di 7’ê vê mehê de, gundên Hoşeriyê û Cat ên bakurê rojhilatê Minbicê bi çekên giran û topan, topbaran kirin û ev dîmen li tevahî gundên li hember herêmên dagirkirî rojane rû dide.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y3Wg9tWKfLI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>