Rûsya û artêşa Tirk a dagirker dewriyeyên hevbeş li bakurê Sûriyê didomînin

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê di çarçoveya pêkanîna lihevkirinên Soçiyê de dewriyên hevbeş bi artêşa dewleta Tirk a dagirker re li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Dewriyeyeke nû li rojavayê Kobanê meşandin.

Rûsya û artêşa Tirk a dagirker dewriyeyên hevbeş li bakurê Sûriyê didomînin
19 mijdar, 2020   07:40
 KOBANÊ

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk a dagirker vê sibehê dewriyeyeke hevbeş li ser sînorê li rojavayê Kobanê meşand.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dewriye beriya çend kêliyan ji gundê Aşme dest pê kir. Dewriye ji 4 panzêrên artmşa Tirk û 4 panzêrên Rûsyayê pêk tê.

Tê payîn ku dewriye di gundên li gundewarên rojavayê Kobanê re derbas bibe. Ev dewriye di çarçoveya lihevkirinên di navbera serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de li bajarê Soçiyê di 22`yê Cotmeha sala borî de, pêk tê.

Her du aliyên Rûs û Tirk ji wê demê ve dewriyeyan li herêmê dimeşînin. Dewriyeya herî dawî li gundewarên Kobanê di 12`ê Mijdarê de pêk hat.

Li gorî lihevkirina Soçiyê li rex meşandina dewriyeyan, divê agirbest li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, rojane vê bendê binpê dikin û êrişî Eyn Îsa û gundewarên wê, gundên navçeya Til Temirê, Zirgan û Girê Spî dikin.

Ev êriş li gel bêdengiya Rûsyayê pêk tên. Rûsya di vê lihevkirinê de garantor e û divê dewleta Tirk neçar bike ku binpêkirinên xwe rawestîne.

(şx)

ANHA