​​​​​​​`Divê partiyên Kurd ji bandorên hêzên siyasî xilas bibin`

Kurdên li Rojava bang li aliyên siyasî yên ku di nav dan û standinan de ne kir ku di zûtirîn dem de nêrînên xwe yên siyasî bikin yek û ji bandorên hêzên derve yên ku hewldanên yekitiya niştîmanî asteng dikin xilas bibin. Her wiha piştrast kirin ku her derengiyek di vî warî de rê dide dewleta Tirk a dagirker ji bo ku qada dagirkeriya xwe fireh bike.

​​​​​​​`Divê partiyên Kurd ji bandorên hêzên siyasî xilas bibin`
19 mijdar, 2020   04:26
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Çavên gelê Kurd ê li Rojava li yekitiyê ye, heke pêk were wê bandor li siyaseta Kurd li qadên navneteweyî bike. Her wiha piştrast dikin ku pêwîste partiyên siyasî ji bandorên hêzên derve yên ku dan û standinên kurdî asteng dikin, xilas bibin.

Ji Cotmeha 2019`an ve bi armanca avakirina nêrînek siyasî ya hevbeş, dan û standin di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de pêk tên. Hêzên kurd li ser mijara lêvegera Kurd li hev kir û bi “Lêvgera Kurdî ya Bilind” bi nav kir. Her wiha li ser 6 bendên din ên girêdayî siyaseta kurdî di pêşerojê de jî li hev kir. Lê li gorî gelê Kurd ev dan û stand bi awayekî giran pêk tên.

Şêniyê bi navê Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku pêvajoya heyî pêvajoyek hesas e, lew ra divê hêzên siyasî lez bidin dan û standinên heyî da ku yekitî pêk were û got: “Heke yekitî pêk were dê rolek di aramiya herêmê de bilîze.”

Îbrahîm bal kişand ser pêwîstiya yekitiya hêzên Kurd û Kurdistanê li hemberî xeteriyan û wiha pê de çû: “Heta ku helwestên siyasî yên partiyan cuda bûn, lê armanc û hêviyên gelê Kurd yek in. Ew jî jiyana bi azadî û rûmet e.”

Mişel Xelo jî got ji bo ku Kurd di pêşerojê de jiyanek baştir bijîn, ji bo dabînkirina herêmên dagirkirî divê hêzên siyasî bibin yek.

`DIVÊ JI BANDORA HÊZÊN DERVE YÊN KU DIYALOGA KURD ASTEND DIKIN XILAS BIBIN`

Azad Babo Iyane ji şêniyên Serêkaniyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û dagirkirina bajarê Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an de ji bajêr koçber bûye û li Qamişlo bi cih bûye dibêje: “Di destpêk de divê em ji bandorên derve yên ku diyaloga kurdî asteng dikin, xilas bibin. Divê encamên hêzên siyasî yên kurdî encamdar bin.”

Azad Iyane pêwîstiya tevlêbûna tevahiya hêzên Kurd li Rojava di dan û standinan de piştrast kir û da zanîn ku divê tu alî yan jî partî yan jî rêxistin jê neyê dûrxistin û got: “Heke em bûn yek wê dengê me bigihêje qadên navneteweyî.”

Şêniyê bi navê Ehmed Şikrî Emîn ji şêniyên navçeya Til Temirê ku mîna bi hezaran şêniyên herêmê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçber bûye, diyar kir ku heke partiyên siyasî yekitî ava nekirin dê dewleta Tirk a dagirker qada dagirkirina xwe li herêmê fireh bike.

Ehmed Emîn di dawiyê de ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Gelê Kurd bûye yek. Em li benda hêzên siyasî ne ku bibin yek. Ev yek dê bi awayekî mezin bandor li siyaseta Kurd di qadên navneteweyî de bike û dê dijminên kurdan negihêjin armancên xwe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BTZHs0L89vY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>