​​​​​​​'Yê bi zimanê dayikê neaxive, nikare nasnameya xwe biparêze'

Profesorê Kurd yê Peymangeha derûnî li Almanya Jan Ilhan Kizilhan diyar kir ku pêwîst e zimanê kurdî bê belavkirin û got: "Kesê nikare bi zimanê dayikê biaxive, nikare nasnameya xwe biparêze. Her wiha erka parastina zimanê kurdî ketiye ser milên Rojavayê Kurdistanê."

​​​​​​​'Yê bi zimanê dayikê neaxive, nikare nasnameya xwe biparêze'
​​​​​​​'Yê bi zimanê dayikê neaxive, nikare nasnameya xwe biparêze'
​​​​​​​'Yê bi zimanê dayikê neaxive, nikare nasnameya xwe biparêze'
17 mijdar, 2020   05:18
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Hin aliyên li Rojava idîa dikin ku kurd in, daxwaza betalkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û vegera li materyalên hikumeta Şamê kir û hikumeta Şamê jî tenê bi pêkhateyek û zimanekî itîraf dike. Girêdayî mijarê ANHA’yê bi Pr. Peymangeha derûnî ya Almanya Jan Ilhan Kizilhan ku li wir ji dayik bûye û mezin bûye re hevpeyvîn çêkir.

Pr. Jan Ilhan Kizilhan ê ku bi koka xwe ji kurdên êzidiyê ye û girîngiyê dide zimanê kurdî, her wiha di 2014’an de berê xwe da Başûrê Kurdistanê û peymangeha zanista derûnî û tedawiya şokên derûnî li nêzî zanîngeha Dihokê ava kir û bi rêya wê alîkariya derûnî pêşkêşî bi sedan êzidiyên jin ên ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, kir.

Kizilhan behsa dîroka Kurdistanê, çawaniya dabeşkirina wê di nava çar dewletan de, qutbûna kurdan ji hev, kir û destnîşan kir ku zêdetirî 14 milyon Kurd li derveyî Kurdistanê dijîn.

Kizilhan da zanîn dîrok gelê Kurd, cand û civaka wê dewlemend e, her wiha her bajarekî kurdî taybetmendiyên wê hene. Wê jî hişt zaravayên kurdî pir bin. Bi wê re jî Pr. Jan Ilhan Kizilhan lêkolîn li ser zaravayên kurmancî, soranî, dimilkî û hewramanî çêkir.

Jan Ilhan Kizilhan di vî warî de wiha got: "Ji lew re pêwîst bû ku ez dîroka Kurd lêkolîn bikim, ji ber pêdiviya wan pê heye, ew jî ziman e. Heke em di nava xwe de bi zimanê dayikê neaxivin, em nikarin nasnameya xwe biparêzin. Ji lew re israr li gel min zêde bû ku ez di aliyê derûnî de der barê axaftina bi zimanê dayikê de bixebitim."

Pr.Kizilhan piştrast kir ku divê zarok ji destpêka temenê xwe de bikaribe parastina zimanê xwe yê dayikê bike, pê biaxive û di mêjeyê xwe yê kûr de xurt bike.

Pr.Kizilhan bi bîr xist ku dewletên ku Kurdistan dagir kirine, li ser kurdan axaftina bi zimanên xwe ferz kir, wê jî hişt mêjeyê zarokan berbelav be û wiha pê de çû: "Dema zarok nîvçe bi zimanê kurdî û tirkî yan jî erebî yan jî farisî biaxive, wê demê dê zarok astengiyan di zimanê xwe yê bingehîn de bibîne."

Kizilhan wiha domand: "Li gorî pisporiya min a mecalê derûnî de ya ku ziman beşek jê ye, piştrast dikim ku ger me nikarî bi zimanê xwe îfade bikira, wê demê em nikarin derûnî û azarên xwe jî îfade bikin."

‘GELÊN BINDEST NIKARIN BI ZIMANÊ DAYIKÊ BIAXIVIN’

Pr. Zanyariya derûnî Jan Ilhan Kizilhan eşkere kir ku gelên bindest ên ku di rewşên şerên mayînde de mane û nebûne xwedî dewlet, mîna hin dewletên Afrîka, başûr û bakurê Amerîka nikarin bi zimanê dayikê biaxivin, lê belê bi zimanê dîtir diaxivin mîna îspanî û fransî.

Kizilhan bi lêv kir ku di dirêjahiya 500 sal de 10 hezar ziman hatin îmha û asîmîlekirin. Ji ber xwediyên wî zimanî di jiyana rojane de nikarîn pê biaxiviyana û bi kar bianiya. Bi wê re jî ziman hat jibîrkirin û îmhakirin û 10 hezar ziman hatine qirkirin.

Kizilhan destnîşan kir ku zimanê dayikê li Kurdistanê bi awayekî baş bi pêş ketiye, lê belê ne di asta guncaw de ye.

Kizilhan got bi saya şoreşên Kurd li tevahî Kurdistanê û tevgerên rizgariyê, Kurd bi zimanê dayikê diaxivin. Ji lew re hevrûkirina îro û beriya 20 salan, dê were dîtin hejmareke mezin ji kurdanê bi zimanê dayikê diaxivin.

Di berdewama axaftina xwe de Pr.Jan Ilhan Kizilhan piştrast kir ku rola dezgehên çapemeniyê di berbelavkirina zimanê dayikê de girîng bû, her wiha MED TV ku yekemîn kanala kurdî ye, roleke pîroz di berbelavkirina zimanê kurdî de lîst. Lê belê niha yek ziman di navbera kanalên kurdî de tune ye. Kizilhan wiha domand: "Pêdiviya me bi salên dirêj heye ku li ser zimanekî akademîk li hev bikin."

Pr.Kizilhan wiha axivî: "Dema beriya 30 salî min li Almanya dixwend, xwendekarên Kurd ji tevahî parçeyên Kurdistanê di zanîngeha min dixwend de hebûn. Lê tevî ku em tevahî Kurd bûn, me nikarî têkilî bi zimanê xwe bi hev re bikira. Me bi hev re bi ingilîzî diaxivî, ew jî ji bo me pir şerm bû."

Kizilhan destnîşan kir ku gelek zanîngehên li dewletên ewropî, mîna Brîtanya, Fransa û Almanya lêkolînên li ser "zanyariya mirovan" çêdikirin, da ku zimanê kurdî ji zêdetirî 200 sal ve nas bikin. Lê li aliyekî din jî hin zanîngehên Almanya waneyên fêrbûna zimanê kurdî didin.

Kizilhan diyar kir ku dema ew lêkolînên xwe li ser derûniya Kurd a çawaniya fêrbûna zimanê dayikê dike, dibîne ku zimanê tê bikaranîn ne zimanekî akademîk e. Ji ber zimanê akademîk tenê di zanîngeh û dibistanê de tê bikaranîn û di jiyana rojane de nayê bikaranîn. Bi wê re jî bikaranîna wê sînordarkirî dimîne. Ji lew re wî pêşniyar kir ku divê Kurd hewl bidin şaxeke taybet bi zimanê kurdî li zanîngehên cîhanê bi navê "Kurdolojiya" ava bikin.

 ‘PÊWÎST E ZIMANÊ KURDÎ LI ROJHILATA NAVÎN BELAV BE’

Kizilhan da zanîn ku Kurd di sedsala 21’an de roleke girîng li ser asta siyasî li kûrahî û naverasta Rojhilata Navîn de dilîzin û bêyî kurdan tu çareseriyên li Rojhilata Navîn ne pêkan in. Ji lew re berbelavbûna zimanê kurdî û fêrbûna wê ji aliyê derdor ve, pir girîng e.

Rola bazirganî û aboriyê di berbelavbûna zimanê kurdî de pir girîng e. Çîn û dewletên ewropî ku têkiliyên wan a bazirganî bi kurdan re hene, girîngiyê didin zimanê kurdî. Ji lew re pêwîst e tevahî berjewendiyên bazirganî yên li Kurdistanê bi zimanê kurdî be û ne bi zimanên dagirkeran be, bi wê re jî zimanê kurdî bi hêsanî tê belavkirin.

Kizilhan îşaret bi sûcên dagirkeran ên li dijî kurdan kir û nehiştin bi zimanê dayikê biaxivin, her wiha dewleta Tirk li Dêrsimê komkujî li dijî kurdan pêk anî û wiha got: "Em dibînin ku piştî komkujiyê, şêniyên Dêrsimê bi zimanê tirkî axivîn, da ku xwe ji qirkirinê biparêzin."

 ‘BARÊ PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ, KETE SER ROJAVA’

Jan Ilhan Kizilhan li ser tecrûbeya Rojava "Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ya parastina ziman û berbelavkirina wê di nava civakê de axivî.

Kizilhan wiha got: "Li Rojava berpirsiyartiya fêrbûna ziman kete ser dibistan û zanîngehan." Ew jî îşaretê bi şopandina li ser meteryalên perwerdê yên li Rojava dike û piştrast dike ku bi rêbazekî baş hatiye amadekirin û li ser wê bingehê Rojava dikare bibe piştevanê tevahî parçeyên Kurdistanê.

Kizilhan eşkere kir ku pir girîng e ku xwendekar di merheyelên bingehîn de bi zimanê dayikê fêr dibin û şaxên zanîngehan de bi pêş dixin. Divê piştevanî û pêşxistina mekanîzmaya perwerdeya li dibistan û zanîngehan bê kirin, da ku bi wê re jî zimanê dayik û parastina wê bê kirin.

Kizilhan bang kir ku pêwîst e piştevaniya meteryalên perwerdê yên li Rojava bi rêya akademisyenên li Ewropa, Bakur û Başûrê Kurdistanê bê kirin, da ku Rojavayê Kurdistanê ji aliyê ziman ve bê pêşxistin, li hember jî ew jî dikare di pêşerojê de piştevaniya tevahî kurdên li parçeyên dîtir ên Kurdistanê bike.

Kizilhan diyar kir ku di şoreşê de barê mezin a parastina ziman, çand û kevneşopiyên Kurd kete ser Rojava.

Hêjayî gotinê ye ku dê Pr. Jan Ilhan Kizilhan bi rêya online waneyên der barê zanyariya derûnî de bide peymangeha zimanê kurdî ya li Rojava.

Pr. Jan Ilhan Kizilhan di dawiyê de got ew bi hêvî ye serdana Rojava di demeke nêz de bike, da ku panel û semîneran li Zanîngeha Rojava li dar bixe. (fr)

ANHA