​​​​​​​Pûtîn li Wezareta Parastinê ferman kir ku lihevkirinekê bi Sûdanê re deyne

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro ferman li Wezareta Parastinê kir ku peymanekê bi Sûdanê re îmze bike, da ku avahiyên deryayî yên rûsî ava bike.

​​​​​​​Pûtîn li Wezareta Parastinê ferman kir ku lihevkirinekê bi Sûdanê re deyne
16 mijdar, 2020   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa TAS li ser zimanê çavkaniyê xwe bi bîr xist ku Rûsya israr dike navendeke lojistîkî ji hêzên xwe yên deryayî re li Sûdanê ava bike, da ku têrî 300 leşker û karmendan bike.

Di reşnivîsa peymana bi Xertûmê re ku serokwezîrê rûsî beriya çend rojan li ser wê îmze kiriye, eşkere kir ku Rûsya israr dike ku baregeheke deryayî li Deryaya Sor li Sûdanê ava bike, da ku sotemeniyê ji keştiyên xwe re dabîn bike.

Naveroka vê peymanê jî navendeke piştevaniya lojistîkî li Sûdanê ava bike, da ku bi wê re jî sererastkirin û sotemeniyê dabîn bike û navberê bide endamên tîmên deryayî yên rûsî.

(fr)