Îranê banga derxistina ‘komên tundraw’ ji Qerebaxê kir

Îranê banga derxistina bilez a “komên tundraw” ji Qerebaxê kir. Îranê der barê agirbestê de jî gumana xwe anî ziman.

Îranê banga derxistina ‘komên tundraw’ ji Qerebaxê kir
16 mijdar, 2020   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xatîbzade îro piştrast kir ku agirbesta li Qerebaxê gaveke gelekî bibandor e.

Xatîbzade wiha domand: “Em bang dikin ku komên tundraw bi lez ji Qerebaxê werin derxistin. Tu hinceta mayîna wan tune ye. Dibe ku agirbesta li Qerebaxê aloziyê çareser neke. Lê dîsa jî gaveke bi bandor e.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandibû ku dewleta Tirk wê gelek çeteyên sûrî yên ku veguhastine Qerebaxê, li wir bihêle bi hinceta ku eslê wan ji wê herêmê ye.

(şx)