Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bang li şêniyan kir: Li gorî qedexeyê tev bigerin

Di rojên destpêkê yên qedexeya derketina derve de li herêma Firatê, hinek şêniyên Kobanê qedexe binpê kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyên bajêr û gundewaran kir ku qedexeyê binpê nekin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bang li şêniyan kir: Li gorî qedexeyê tev bigerin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bang li şêniyan kir: Li gorî qedexeyê tev bigerin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bang li şêniyan kir: Li gorî qedexeyê tev bigerin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bang li şêniyan kir: Li gorî qedexeyê tev bigerin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bang li şêniyan kir: Li gorî qedexeyê tev bigerin
16 mijdar, 2020   12:57
KOBANÊ

Piştî belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê qedexeya derketina derve ya giştî li herêmê ferz kir.

Ji duh ve qedexe kete meriyetê. Tevahiya dikan hatin girtin, tevgera şêniyan li bajêr û derveyî wê sivik bû.

Ruxmî hişyariyan, lê hinek şênî qedexeyê binpê dikin. Ji roja destpêkê ve, tevgera şêniyan û erebeyan hîna berdewam e.

Ji bilî Desteya Tenduristiyê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê, aş, firin, navendên belavkirina nan û komîteyên awarte yên kehrebeyê, kar di tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser de hate taloqkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi koordîneya Polîsên Trafîkê dewriye meşandin û nuqteyên çavdêriyê danîn kolanên sereke û şaxî. Ev nuqte şêniyan bi pêwîstiya pêkanîna bendên qedexeyê hişyar dikin.

Li gorî berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê Mistefa Şahîn, kesên bendên qedexeyê binpê bikin dê werin cezakirin yan erebe û motorsîklêt werin zeftkirin an jî wê 15 hezar lîreyên Sûriyê wek ceza bidin an jî kesên muxalif ji 24 saetan heta 48 saetan were ragirtin. Ev ceza dê di 2 rojên bê de pêk werin.

Mistefa Şahîn bang li şêniyan kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin û ji mal dernekevin ji bo ku xwe biparêzin.

(şx)

ANHA