Jinan li Minbicê dest bi berhevkirina zeytûnan kir

Navenda Aboriya Jinan li Minbicê bi destpêkirina demsala berhevkirina zeytûnan, dest bi berhevkirina zeytûnan kir.

Jinan li Minbicê dest bi berhevkirina zeytûnan kir
Jinan li Minbicê dest bi berhevkirina zeytûnan kir
Jinan li Minbicê dest bi berhevkirina zeytûnan kir
14 mijdar, 2020   10:28
MINBIC /SELWA EBDULRUHMEN

Bi destpêka demsala berhevkirina zeytûnan ve, endamên Navenda Aboriya Jinan tevî 5 karkeran li mezreyek girêdayî navenda wan li başûrê rojavayê bajarê Minbicê dest bi berhevkirina zeytûnan kir.

Rûpîvana erdê girêdayî Navenda Aboriya Jinan nêzî 2 hêktaran e, derdora 400 darên zeytûnê, hinar, tirî û gûzan tê de heye.

Ji rêveberên Navenda Aboriya Jinan li Minbicê Eyşe Dawod diyar kir ku bi berhevkirina zeytûnan re, derfetên kar ji jinan re peyda dibin.

Navenda aboriya jinan beşek ji berhemên zeytûnan dişîne navendên derxistina zeytê û beşî d din jî li sûkên bajêr difroşin.

Eyşe Dawod di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew armanc dikin ku derfetên karkirinê ji piranî jinan re li gund û bajêr re peyda bikin.

(dm)

ANHA