Li çolistana Sûriyê kuştiyên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê zêde dibin

Gundewarê başûrê Idlibê careke din hate topbarankirin. Ji aliyekî din ve jî SOHR`ê piştrast kir ku di 2 hefteyan de 75 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê, hatine kuştin.

Li çolistana Sûriyê kuştiyên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê zêde dibin
14 mijdar, 2020   10:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê şeva din û vê sibehê careke din gundewarê başûrê Idlibê bi moşekan, topbaran kiriye.

SOHR`ê diyar kir ku moşek li herêmên li Fetîra, Kensefra, Sefohin, Filêfil, Bara û Bênên ên başûrê Idlibê ketine û daxuyand ku heta niha tu agahiyên girêdayî wendahiyên canî nehatin bidestxistin.

SOHR`ê her wiha piştrast kir ku di 2 hefteyan de nêzî 75 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê di operasyonên leşkerî yên li çolistana Sûriyê de, hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê, operasyonên leşkerî vê dawiyê bi awayekî sereke li gundewarê rojhilatê Hemayê û çolistana Reqayê û çolistana El-Sebxayê, pêk hatine.

Hate piştrastkirin ku ji destpêka vê mehê ve di êrişan de, 48 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wan, her wiha 27 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

SOHR`ê eşkere kir ku ji 24`ê Adara 2019`an ve û heta niha, 978 leşkerên hikumetê hatine kuştin ku herî kêm di nava wan de 2 leşkerên rûsî hene. Her wiha 140 endamên komên girêdayî Îranê di êriş û teqînên çeteyên DAIŞ`ê yên li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazorê, Reqa, Humis û Siwêdayê hatine kuştin. Di heman demê de 532 çeteyên DAIŞ`ê di êriş û bombebaranê de hatine kuştin.

(cx)