Amerîka: Kongreya penaberan a li Şamê hewldana bikaranîna penaberan ji bo armancên siyasî ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê kongreya penaberên Sûriyê ku vê dawiyê li Şamê li dar ket, rexne kir û wekî hewldaneke bikarnaîna penaberan ji bo armancên siyasî, bi nav kir.

Amerîka: Kongreya penaberan a li Şamê hewldana bikaranîna penaberan ji bo armancên siyasî ye
14 mijdar, 2020   10:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir û diyar kir ku kongreya penaberan ku Rûsya û hikumeta Şamê di 11 û 12`ê mehê de li Şamê li dar xistine, bê bingeh e û mercên guncew ji bo vegera bi ewle ya penaberan netahine peydakirin.

Wezaretê di dewama daxuyaniya xwe de mixabiniya xwe li ser hewldana hikumetê û Rûsyayê ya bikaranîna penaberan ji bo armancên siyasî, nîşan da. Her wiha hikumeta Şamê ji kuştina zêdetirî 500 hezar welatiyên Sûriyê, bombebarana gelek nexweşxaneyan û astengkirina gihaştina piştgiriya mirovî ji milyonan welatên Sûriyê re, nîşan da.

Her wiha tekez kir ku hemû tiştên hatine bibîrxistin baweriyê bi hikumetê kêm dikin û piştrast kir ku dema mercên vegera bi ewle guncew bin, ew ê piştgiriyê bidin vegera penaberan.

Wezaretê got: “Em li kêleka welatên ku bi milyonan penaber pêşwazî kirin, disekinin.”

Wezaretê wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Hîna DYA li hemberî gelê Sûriyê girêdayî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî ya hejmar 2254`an e, ku çareseriya siyasî wekî tekane rêbaza bidawîkirina şerê Sûriyê dipejirîne."

(cx)