​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 11-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 11-2020`AN
14 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hejmarek mamosteyên zimanê kurdî gotin, daxwaza ENKS'ê ya vegera li materyalên hikumeta Şamê nayê qebûlkirin. Mamosteyan teqez kirin ku perwerdeya bi zimanê dayikê derfeteke da ku pêşeroja nifşan geş bibe û xwedîderketina li keda şehîdan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-TEV-DEM'ê bang li gel Kurd û hêzên niştimanî kir ku helwesteke netewî bidin û li ber derketina şerekî navxweyî bigirin. Her wiha banga lidarxistina kongreyeke niştimanî ya Kurdistanê kir. (BI WÊNE).

- Rewşenbîran bang li PDK`ê kir ku dev ji siyasetên xwe yên dijminahiyê yên li dijî gelê Kurd berde. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku li hemberî planên PDK`ê ku gefan li destkeftiyên Kurdan dixwe, bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Di demekê de ku dewleta Tirk ji nuqteyên li Idlibê vedikişe, peymanek di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de pêk hat, her wiha Ermenistanê jî da zanîn ev peyman bi sponseriya Rûsyayê pêk hat û radestbûn e. Li aliyekî din jî êrişên dewleta Tirk li dijî herêma Eyn Îsayê zêde bûn. Ev pêşdeçûn û bûyer gelek pirsan bi xwe re tîne ku gelo ev yek di encama peymana di navbera Enqere û Moskovê de pêk tê û sînorên vê peymanê çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya Rûsya û Amerîkayê ya ku pê re peymanên agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmze kiriye, sûdê werdigire û êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsa ya stratejîk a li ser rêya M4 zêde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ev sê mewsim e li pey hev şêniyên Efrînê ji berhemên zeytûnan bêpar in; ku zeytûn jêdera girîng a debara jiyana wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundewarê bajarê Kobanê di çend salên dawîn de çandina darên fistiqê helebî zêde bûye. Di vê dawiyê de jî mewsima fistiq bûye jêdereke girîng a cotkarên gelek gundên herêmê. Li aliyekî din çandina dar û dexil din kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilindbûna buhayên xwarin û kelûpelan ji ber bilindbûna buhayê dolara Amerîkî li hemberê lîreya Sûriyê dîsa vegeriya pêş. Her tim welatiyê Sûrî yê yekemîn e ku ziyan dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA