1506 rewşenbîrên Kurd bang kirin: Şerê navxweyî tofan e, aştiya navxweyî azadî ye

Hezar û 506 rewşenbîrên Kurd bi sernavê "Şerê navxweyî tofan e, aştiya navxweyî azadî ye” danezaneke hevpar dan û banga diyalogê li hemû aliyên kurdî kirin.

1506 rewşenbîrên Kurd bang kirin: Şerê navxweyî tofan e, aştiya navxweyî azadî ye
13 mijdar, 2020   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrişa hêzên çekdar ên PDK'ê ya li ser qadên gerîla yên li herêma Garê, tirs û fikareke mezin a şerê naxweyî xiste nava raya giştî ya Kurd. Lewma ji hingî ve bi çalakiyan, bangawaziyan û bi kampanyayan hişyarî di vê der barê de tê dayîn.

Hezar û 506 akademîsyen, hunermend, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, doktor, hiqûqnas, pêşengên bawerî û qenaetên ji çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat danezaneke hevpar dan.

Danezana ku bi sernavê "Şerê navxweyî tofan e, aştiya navxweyî azadî ye" hate weşandin, wiha ye:

"Di van rojên dawî de, bilindbûna rakêşa navbêna PKK-PDK'ê ya bi awayekî xeter, di nava kurdan da rê li metirsiyên kûr vedike. Encamên vêna ew ê bandora xwe li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike û ev dibe pirsgrêkek neteweyî û herêmî.

Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîin ji nû ve tê dizaynkirin de, ji bo kurd di welatê xwe de bibe xwedanê mafê jiyana azad, em bawer dikin ku li ser armanc û stratejiyek hevpar hemû partî, rêxistin û hêzên leşkerî yên Kurdan werin cem hev ew ê pêk bê.

Lewma hemû kurdên li welat û yên li diasporayê, dixwazin bi rêya diyalogê pirsgrêkên navbêna partî û hêzên kurdan werin çareserkirin û di vê çarçovê de em her kesî vedixwînin ku bi berpirsiyarî tevbigerin.

Em rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û nivîskarên Kurd ên îmzeyên me li jêr in jî, naxwazin weke temaşevan rawestin li himber vê rêveçûna xeter a navenda wê Başûrê Kurdistanê ye, em ji bo diyalogek avaker û hevkarî û piştgriya navxweyî, hemû aliyên têkildar vedixwînin hewldanê û xîretê.

Dîtina me ew e ku pêkhatina şerekî navxweyî, ji kurdan re ji bilî tofanê tiştekî nayne û piştî 100 salî ev derfetên dîrokî ku derketibûn holê ew ê heba bibin. Gelek aşkere ye ku şerê navxweyî yê kurdan, di serî de ji dewleta tirkan, ew ê bibe xizmet ji neyarên kurdan re. Dewleta tirka, bi 'qirkirina kurdan bi kurdan' ve, dixwaze ji qeyrana xwe ya netew-dewlet rizgar bibe û bi vêna re di heman demê de stratejiya xwe ya dagirkirina Kurdistanê pêk tîne.

Ji aliyê din ve, di pêvajoya ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn de, tasfiyekirina siyaseta kurdan a ku xurt bûye û her wiha bê statuhiştina kurdan, ji xwe re kiriye armanc.

Ji bo pêşîgirtina vê rêvçûna xeter, em bang li hemû kurdên li welat û yên li diasporayê û raya giştî kurdan jî dikin, ku şûna pêvajoyê temaşe bikin, bila insiyatifê hilgirin û dest bavêjin vê pêvajoyê!"

(cx)