Fransayê ragihand ku li Malî fermandarekî El-Qaîde hatiye kuştin

Fransayê îro ragihand ku li Malî fermandarekî El-Qaîdeyê ku berpirsê êrişên li dijî hêzên Malî û hêzên navneteweyî bû, hatiye kuştin.

Fransayê ragihand ku li Malî fermandarekî El-Qaîde hatiye kuştin
13 mijdar, 2020   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya farnsî, îro Fransayê ragihand ku Hêza Berxan li Malî fermandarekî El-Qaîde ku di salên dawîn de wekî berpirsê gelek êrişên li herêmê hatibû nîşandan, hatiye kuştin.

Wezîra artêşa Fransayê Florence Parley bi daxuyaniyekê çalakiya li dijî Ba Ax Mûsa ku fermandarê leşkerî yê koma Nesret El-Îslam û Mislîmîn e û yek ji kadroyên şepêla cîhadî ya li herêma beravê ye, pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Ba Ax Mûsa berpirsê êrişên li dijî hêzên Malî û hêzên navneteweyî bû û amadekirina çekdarên nû bû.

Artêşa Fransayê di Hezîranê de bi operasyonekê li Malî serokê rêxistina El-Qaîde yê welatê Mexrib ê Islamî Ebdulmalik Drokdal kuştibû.

(şx)