Malbata rêber Ocalan û girtiyên din serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbata rêber Ocalan û girtiyên din serlêdan kirin
13 mijdar, 2020   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi boneya hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî, bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan.

Malbata Rêber Ocalan herî dawî piştî 21 salan, di 27’ê Nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk anîbûn. Hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan yekemîn car hat bikaranîn, di 7’ê Îlonê de ji bo 6 mehan hat qedexekirin.

(cx)